Bager Baraner kilameke Şakiro bi awayekî cuda xwend

Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêj Bager Baraner kilameke nû ya bi navê Esmer Heyran xwend û belav kir.

Bager Baraner kilama dengbêjê navdar Şakiro, Esmer Heyran xwend û li ser kanala xwe ya Youtubeyê weşand.

Stranbêj Bager Baranerê ku bi awayekî cuda kilama Esmer Heyranê xwendiye jê re klîpek jî amade kiriye.

Derhêneriya klîpê ji aliyê Bulent Akçîçek ve û aranjeya muzîkê jî ji aliyê Ozan Emre Koca ve hatiye kirin.

Bager Baraner 13ê Îlona 1987an li navçeya Tetwanê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Wî heta niha çend stranên bi navê Wey Malîno, Kew Hêlûn, Apo, Diyarbekir, Ax Eman, Xum Xumê û Esmer Heyran xwendiye.