Şerê jinên êzidî yên kurd li dijî DAIŞê bû fîlm

Navenda Nûçeyan – Yekem wêneyê fîlma Eva Husson bi navê Girls of the Sun (Keçên Rojê) a derbarê şerê jinên êzidî yên kurd li dijî DAIŞê de hat belavkirin.

 

Di fîlma derhênera Fransî Eva Husson de, Golshifteh Farahani û Emmanuelle Bercot di fîlmê de rol wergirtine behsa çîroka şervan Kurd ên ku li dijî DAIŞê şer dikin dike.


Aktirîsta îranê Golshifteh Farahani di fîlmê de rola fermandeyeke jin bi navê Bahar de ye. Emmanuelle Bercot jî bi navê Mathilde di rola rojnamegerekê de ye.




Biryar e fîlm di festîvalên girîng ên sala 2018an de ji bo cara pêşî bê nîşandan.


Eva Husson piştî ku pêhisiya jinên Kurd xwe ji dest DAIŞê xwe rizagarkirine biryara çêkirina vê fîlmê daye.


Golshifteh Farahani li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyeke fîlmê  parve kiriye ku tê de bixwe wek şervaneke kurd diyar dibe û li ser wêneyê jî nivasindiye Keçên Rojê.

 

Nivîsîn: Aydin Bayram