Demîrtaş sersaxî ji malbata Mûnzûr Çem re xwest

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş bi boneya koça dawî ya lêkolîner û nivîskarê Kurd Mûnzûr Çem sersaxî ji malbata wî re xwest.

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku di girtîgeha Edirne de girtiye derbarê koça dawî ya lêkolîner û nivîskarê Kurd Mûnzûr Çem de li ser hesabê xwe yê twitter peyamek bi zazakî belav kir.

Demîrtaş di peyama xwe ya 12ê Kanûnê li ser hesabê xwe yê twitter belavkirî de nivîsiye: “Bi xemginiyeke mezin min agahiya wefata lêkolîner û nivîskarê hêja Munzur Çem ku di pêşxistina Kirmanckî-Zazakî de kedeke mezin daye, bihîst. Ez sersaxiyê ji malbata wî û gelê me re dixwazim, cihê wî biheşt be. Mamostayê hêja em te ji bîr nakin, nadin jibîrkirin."

 

Mûnzûr Çem di sala 1945an de li gundê Qurze yê navçeya Gêxî ya Çewligê ku berê gundekî Dêrsimê bû ji dayik bûye.

Mûnzûr Çem ku ji destpêka salên 1970yî ve dinivîsand, ji bo kovara mehane ya Rêya Azadî ku di sala 1975an de dest bi weşana xwe kir û ji bo rojnameya Kurdî-Tirkî Roja Welat a ku di sala 1987an de derdiket, berdewamiya nivîsandinê kir. Mûnzûr Çem di van salan de bi Kurdî (zaraveya Kirmanckî/Zazakî) dinivîsand.

Nivîskarê ku li gorî serdemê bi navên cuda nivîsandiye, heta niha gelek pirtûk çapkirine û gelek gotarên wî di kovar û rojnameyên cuda de hatine weşandin.

Nivîskarê ku di van salên dawî de li ser lêkolînên Kirmanckî dixebitî, endamê Koma Stockholmê ya di vî warî de bû û bi awayekî çalak beşdarî xebatên kovara Vateyê bû.

Çem li ser çand, aborî û siyasetê xwedî gelek gotaran e.

Mûnzûr Çem ê ku yek ji damezrînerên Kurd-PENê bû li Berlînê dijiya.