Lîstika Mem û Zîn tevlî 17. Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê dibe

Hewlêr (Rûdaw) – Lîstik Lîstika Mem û Zîn 17. Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê li Rojhilatê Kurdistanê dine.

Lîstika Mem û Zîn ku derhêneriya wê Mîrza Metîn kiriye, roja 16ê Gulana 2022yan di çarçoveya17. Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê li Rojhilatê Kurdistanê de du caran derkeve pêşberî bînerên bajarê Seqizê

Lîstika Mem û Zîn roja 3ê Mijdarê li Êlihê cara yekem derket pêşberî temaşevanan.

Derhêner Mîrza Metîn ji bo vê lîstikê li gel lîstikvanan li ser têgehên mîtolojî, rîtuel, lîstik, performans, mêtingerî, çanda gelerî, vebêjî û hunera hemdem xebateke dirêj birêve bir.

`Dîwana Lîstikvaniyê`

Mîrza Metîn bi salan e bi navê `Dîwan` wate `Dîwana Lîstikvaniyê` kargehan ava dike û bi lîstikvanan re li ser tevger, deng, nefes û vebêjiyê xebatan pêk tîne û hemû xebatên xwe dispêrîne dengbêj, çîrokbêj, govendger û şivanan û “van hêmanan bi rengekî nûjen di xebatên xwe de bi kar tîne û hewl dide ku şêwazeke xwemalî ya xebata şanoyê biafirîne. Lewre şanoya Mem û Zîn yekem berhema şêwaza “Dîwan”ê ye ku li Kurdistanê derdikeve pêşberî temaşevanan.”

Çavkaniya Mem û Zînê kilama Dengbêj Reso ye. Dengbêj Reso yek ji girîngtirîn dengbêjan e ku kilama Mem û Zînê bi dengbêjî vegotiye. Ji %95ê kilamê di lîstikê de jî xwe parastiye.

Lîstika Mem û Zînê xwe dispêre vê pirsê: “Kilamek, stranek, çîrokek ango destaneke gelêrî, bêyî ku weke teksteka şanoyê ji nû ve bê nivîsandin, çawa dikare bi rengekî nûjen bê nîşandan? Bi vê pirsê lîstik hewl dide ku derhişa destanê derxe holê û li ser dîwana şanoyê vebêjeyeke rîtuelî pêk bîne.

Şermola Performans

Şermola Performans nêzîkî salekê ye xebatên online çê dike û li ser dîroka şanoyê, nivîsîna dramatîk û li ser teoriyên lîstikvaniyê dersan dide. Her wiha di vê serdemê de bi lîstikvanên ku li bajarên cuda dijîn re jî xebatên xwendinê û ceribandinên lîstikên onlîne pêk anî. Bi saya van xebatan nivîskar û derhênerê Şermola Performansê Mîrza Metîn lîstikvanên wek Pelda Bal, Kenan Demîr, Ronî Dildar û dramaturg Zelal Angay nas kir û biryar da ku li Êlihê bi wan re li ser lîstikekê bixebite.

Xebatên lîstikê berî deh mehan li ser bernameya Zoomê dest pê kir û Mîrza Metîn ji bo ku di hişê lîstikvanan de bingehek ava bike bi wan re li ser têgihên wek mîtolojî, rîtuel, lîstik, performans, mêtingerî, çanda gelerî, vebêjî û hunera hemdem xebitî û li ser van hêmanan xwendinên dirêj pêk anî.

Bi sedan dengbêj û çîrokbêj hene ku îro jî destanên Kurdan bi awayekî kilamkî û vebêjkî îcra dikin. Mem û Zîn jî yek ji wan destanan e ku bingeha xwe ji destana Memê Alan girtiye. Her wiha Dengbêj Reso jî yek girîngtirîn ji dengbêjan e ku destana Mem û Zînê bi kilamkî û vebêjkî îcra kiriye.

Mem û Zîn ku bi derhêneriya Mîrza Metîn ve dertê ser dikê xwe dispêre vê pirsê: “Kilamek, stranek, çîrokek ango destaneke gelêrî, bêyî ku weke teksteka şanoyê ji nû ve bê nivîsandin, çawa dikare bi rengekî nûjen bê sehnekirin?”

Şermola Performans jibilî Êlihê, xebatên xwe li Stenbol û Almanyayê jî didomîne û ji bo zanyariyên zêdetir hûn dikarin li malpera Şermola Performans binêrin.