Stenbol (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Delîl Dîlanar piştî 27 salan dê li 3 bajarên Bakurê Kurdistanê û bajarê Stenbolê yê Tirkiyê bi hezkiriyên xwe re were cem hev û konsêrtan bide.
Delîl Dîlanar ji bo konsertên xwe ji Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê berê xwe da Stenbolê û Rûdawê li studyoya ku Delîl Dîlanar lê bi tîma xwe re provayên konsera xwe ya Amedê dikin pê re axivî.
Delîl Dîlanar yek ji hilgirên kevneşopiya Dengbejiyê ye, ku piştî 27 salan bo cara yekem xwe amade dike daku li bajarên Amed, Mêrdîn, Riha û Stenbolê konsêrtan saz bike.
Tîma muzîkjen a Delîl Dîlanar ji 8 kesan pêk tê. Şefê orkestrayê dê Omer Avci be. Her wiha muzîkjen Erdem Altinses jî dê bi kemana xwe di nav orkestrayê de cih bigre. Dê di konserên Delîl Dîlanar de ev enstrumanên muzîkê di nav orkestrayê de cih bigrin; Mey, zirne, perkusyon, qanûn, tembûr, gîtar, keman, çello.
Bernameya konseran a Delîl Dîlanar wiha ye: Înê, 13 Gulanê Amed – Navenda Kongre û Çandê ya Sezai Karakoç, Şemî, 14 Gulanê Mêrdîn - Yay Grand Hotel Cemal Yay Salona Kongreyê, Yekşemî, 15 Gulanê Riha – Navenda Çandê ya li City Mall a Rihayê, Şemî, 28 Gulan Stenbol - Navenda Nimayişê ya Bostancî
Delîl Dîlanar hestên xwe bo Rûdawê anî ziman û got, ew gelekî bi kelecan e ku piştî 27 salan cara yekem bi guhdar û hezkiriyên xwe yên Kurdên Bakurî re rûbirû tê cem hev.
Delîl Dîlanar got: “Bi rastî hestekê wisa ye ku mirov nikare bîne ziman. Ji berk u piştî sala 1996an yekem car e ez ê konser bidim li bakur. Ez wê deme çûbûm Ewropayê. Lê vegera min piştî 20 salan çêbûbû. Ji loma jî yekem car li bakur bi zindî bi rêzekonsertan ez ê derkevim hember guhdarên xwe. Yekm konsera min jî wê li Amedê be. Ev jî hestekê hîn xweştir li min peyda dike. Hêvîdar im konsereke baş bibe. Lewra me amadehiyeke baş kiriye. Jixwe bal û eleqeya xelkê jî zêde ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse