Sînor û penaberî du mijarên sereke yên wêjaya kurdî ne

Hewlêr (Rûdaw) – Rojên derbasbûyî 3 zarokên kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê, ku dixwestin ji Başûrê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, di ava Çemê Mawanê de xeniqîn. Ev çem êdî bûye sînorek di navbera du parçeyên Kurdistanê de.

 

Gelek nivîskar û helbestvanên Kurd yên Rojava di nivîs û berhemên xwe de behsa derd û êş û kulên sînoran û yên koçberî û derbideriyê kirine.

 

Xezeb e! Ji erd û esmanan dibare. Sînor in li jêr û li jor. Desttengî û hejarî ye. Penaber û koçber in. Penaberî û koçberî ye. Derbider in. Zarok in ji bo piçek jiyan xwe li av û çem û sînorên jehrê dixin, lê li ser sînorên ku axa wan parve kirine, dibin qurbanên hêviyeke sade û biçûk wek temenên wan ên ter: Qey parîk jiyan ji Egîd, Rojda û Arsînê re gelek bû!

 

Helbestvana Kurd Vejîna Kurd, li jêr navê Rêwîtî, behsa vê rewşa dijwar, ku kurdên Rojavayê Kurdistanê di nav xezeba wê de werbûne dike û dibêje:

 

“Gurzek hesret, baxek hêviyên stewr, rûpelên çîrokeke bêzar, destarê xeman li bêdera sîngê min digerînin, kon û sîtava êşan bi ser dawa demê ya qulqulî de berdidin. Rêwî me yan penaber im. Gavek li pêş, yek li paş, çentê min bi rondikên sînoran, hawara çiya û newalan mişt e. Destên min de tenê nêrgizeke çelmisî, mistek ax û hin hêsirên çemê Efrînê. Li pêlên jînê siwar im, di deryaya penaberiyê de melevaneke hestfiroş im û bi tîpên jibîrkirinê avdasa man û nemanê dikim.”

 

Herwiha helbestvanê Kurd Xebat Şakir bi navê Sînor, wiha behsa derd û kulên xezeba sînoran dike û dibêje:

 

“Di rûpelên dîroka te de her şevek mirineke, her karwanek kuştiyeke û her mayinek sêwiyeke. Kî mîna te! Şûr e û li ser sînga me ye, awaza mirina me ye? Qonaxa çerxa feleka bê ewle ye? Ka bêje, çend hêvî li ser sînga te têkçûne? Çend kezî bi têlên te ve asê mane? Û çend kaniyên xwînê li ser pişta te herikîne? Li ser sînga welatê rojê te kirin birîneke bêhiş, te kirin têl, mayin, tiving, şev ji bo em hev nebînin, te kirin agir û li bedena me gur kirin. Te kirin xefkek ji bo nêçîra hêviyên me.”