Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Makû yê rojhilatê Kurdistanê, pêşangehek ji bo berhemên hunerî yên xwendekarên asta navendî ya bajêr hat vekirin.
Li gorî nûçeya malpera fermî ya rêveberiya perwerde ya bajarê Makû, îro (12.05.2013) li salona sporê ya Perwîn Êitisamî ya bajarê Makû, pêşangehek ji bo berhemên hunerî yên xwendekarên bajêr hat vekirin.
Di pêşangehê de ku bi amadebûna qaymeqamê Makûyê û bi destê xwendekarî hat vekirin, berhemên zêdetirî 100 xwendekar hat nîşandan ku ji gelek tablo, wêne û karên destî pêk hatibû.
Pêşangeha han dê 2 rojan bidome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse