Daxuyaniya Zanîngeha Şirnexê derbarê konsera Xecê de

Hewlêr (Rûdaw) - Zanîngeha Şirnexê nûçeyên ku konsera hunermend Xecê ji aliyê Rêvebirê Zanîngehê ve  hatiye hilweşandin red kir û got, "Di demekê de ku serlêdana konser hêj di nirxandinê de ye, nûçeyên ku dibêjin rektoriya me ev daxwaz red kir rastiyê nîşan nade."

Hunermend Xexê li ser hesabê xwe yê twitterê ragihandibû ku konsera wê ya biryar bû di 4ê Cotmeha 2022ê de li Navenda Rewşenbîrî û Kongreyan a Zanîngeha Şirnexê bê kirin, ji aliyê rektorê zanîngehê ve hatiye hilweşandin.

Zanîngeha Şirnexê bi daxuyaniyekê  îdiayên hilweşandina konsera Xecê red kirin û da zanîn serlêdan hêj di nirxandiyê de û heta niha wan ti bersiveke ji bo kompaniya ku biryar e konserte saz bike nedane.

Di daxuyaniya Zanîngeha Şirnexê de wiha hate gotin:

“Ji bo kompaniya organîzator a ku bo konserta hunermend Xecê daaxwaza salona Navenda Kongre û Çandê ya 15 Tîrmehê kiribû, bersiveke neyînî nehate dayîn. Di demekê de ku serlêdan hêj di pêvajoya nirxandinê de ye, nûçeyên ku dibêjin rektoriya me daxwaz red kiriye û nûçeyên bi sernavê 'Konserta hunermendê Kurd hat hilweşandin’ rastiyê nîşan nade. Em bikaranîna vê serlêdanê ku di pêvajoya nirxandinê de ye, weke provokasyon red dikin. Wekî din, em dixwazin diyar bikin ku wekî serlêdanên din ên saziya me, eger veqetandina cîhek ji bo konsera têkildar bi çalakiyên perwerdehiyê yên ku çalakiya sereke ya saziya me ne, nekevin di heman demê de em dê ere bikin.”

Xecê sala 1978an li navçeya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ve ji dayik bûye û di sala 1996ê dest bi karê hunerî kiriye.