KLÎBEK NÛ – Şerîfo ‘Ez Kevok im lê lê’ bi şêweya hip hopê got!
Hewlêr (Rûdaw) – Rapvanê navdar ê Kurd Şerîfo (Şerîf Omerî) ji strana xwe ya nû ‘Ez Kevok im lê lê’ re klîbek çêkir.
Şerîf Omerî ango Şerîfo ku bi muzika rap û hip hopê di nava Kurdan de naskirî ye, klîbek bi almanî, kurdî û erebî belav kir.
Şerîfo ji Rûdawê re diyar kir ku navê strana wî ya nû “Ez Kevok im lê lê” ye. Weke klîbên din ê Şerîfo di vê klîbê de jî mijarên civakî derketine pêş.
Şerîfo di vê klîbê de stîlek navnetewî bikar aniye û behsa pirsgirêkên tevahiya penaberên cîhanê û taybetî jî behsa pirsgirêkên Kurdan dike.
Derhênerê Kurd Amed Abideen hem dîmenên klîbê tomar kiriye û hem jî derhêneriya klîbê kiriye.
Şerîfo vê strana xwe bi hersê zimanên kurdî, erebî û almanî dibêje.