'Rik' a Bahoz Baran derket

Amed (Rûdaw) - Çîroknûs Bahoz Baran "Rik"ê li pirtûkên xwe zêde kir. Rik 6'emîn pirtûk e ku ji aliyê Bahoz Baran ve hatiye nivîsandin.

Çîroknûs Bahoz Baran ku weke zimanzan jî tê naskirin bi berhemeke nû ya kurteçîrokan derkete pêşberî xwînerên kurdî. Ev çaremîn pirtûka kurteçîrokan e ku ji aliyê Baran ve hatiye nivîsandin.

Di vê pirtûkê da neh çîrokên Bahoz Baranî hene. Ev çîrok ji alîyê hûnak, ziman û mijarê ve derîyê asoyên nû li çîroknivisiyê vedikin. Pirtûk ji aliyê Weşanên Wardozê ve hate çapkirin. Rik şeşemîn pirtûka Bahoz Baranî ye.

Çîrokên Rikê

Meqes •9 Xewn •19 Cezayê Ezraîlî •35 Hundir •45 Meraq û Mikurîyek•65 Du Rêwî •75 Kevirên Serhişk •83 Rik •95 Daxwaza Dawî •117

Ji hundirê çîrokek Bahoz Baran rikek herikbar:

“Çi dima ji mirovan, gerek çi bimaya ji wan?” Kumek, saetek, gopalek, bilayek... Dikir nedikir qebûl nedikir, ne rengek, ne dengek, dihatin û diçûn. Her ku van tiştan êrişî wî dikir, wî xwe li nivîsê digirt. Xweda ku Xweda bû, ma wî jî xwe li nivîsê negirtibû?