Kurdan Ferhad Pîrbal pîr kir
Çima wisa hatiye serê Ferhad Pîrbal?
Enwer Ebasî (Heres)
Di rojeke sar a zivistanê de
Destê te di nav destê dayika te de bû
Te got: Dayê
Dinya çawa tê guhertin?
Ji te re got….o
Tu mezin bûyî Pîrbal.
Beriya sê salan, min ev helbesta kurt wek dilsoziyekê li ser helwestên Ferhad Pîrbal li hember hin pirs û dozên siyasî yên girêdayî Rojhilatê Kurdistanê nivîsand. Helbet ji xeynî vê, haya min ji paşxana jiyana wî ya tije berhemên wêjeyî û hunerî jî hebû.
Lê di du salên borî de Pîrbal da ser rêyekê ku kesî pêşbînî nedikir bide ser. Bêguman ji mêj ve ye mirov dikare bi hêsanî pêşbîniya hin karan ji Ferhad Pîrbal bike. Lê ev rewşa niha ya Pîrbal nedihat pêşbînîkirin çimkî 180 pileyan berovajî kar û kesayetiya Pîrbal a berê bû.
Dibe ku rexnegirên wî yên herî reşbîn jî qet bîra wê yekê nebiribin ku rojekê ji rojan bal û baskên Pîrbal heta vê astê kal û pîr bibin û ew ne tenê nikaribe bi wan baskên pîr bi firrê bikeve, lê ji asta rûyê zemîn jî nizmtir bibe!
Pêşengtirîn nûserê bi kêmanî Başûrê Kurdistanê ku dihat çaverêkirin wek anarşîstekî rasteqîn berdewam di hewldana guhertinê de be, berdewam di bîra nûbûnê de be û ji nifşên nû re meşal û çiraxek be, bikeve rewşeke herî kambax û xirab ku heye mirov bikeviyê.
Pîrbal êdî ne Pîrbalê Petatexorekan e, rastiyan di çarçoveya xeyal û wehmê de nanivîse. Gelo çi hatiye serê Pîrbal, ew çima wiha dike û wiha tevdigere?
Gelo hestpênekirin û famnekirina wî ji aliyê civakê û tew ji aliyê civaka edebî û hunerî ya Başûrê Kurdistanê bi rolekê di peydabûna vê rewşa Ferhad de rabûye? Civakeke ku hêj pirtûkên herî zêde tê de tên firotin, pirtûkên olî ne. Rewşenbîrên wê yên herî zêde hêj di şiîrên xwe de behsa gul û bilbil û xala gerdenê û kûzên li ser milên keçan dike. Civakeke ku Ferhad nikarîbû wê nû bike û biguherîne. Civakeke hunerî ya çikiyayî û monopolkirî. Civakeke hunerî ku tekane karîgeriya ji Ferhad wergirt, ew bû ku pê keniyan û car caran axînek jî li ser kişandin!
Baş e sûcdariya Ferhad bi xwe di vê rewşa ku tê werbûye çend e? Min berê xwe da dîmeneke vîdyoyê ku dema Ferhad daketibû ser kolanekê, jê re hatibû girtin. Hejmareke zêde ya mirovan li dora wî kom bûbûn, lê hemû bi dizî û eşkere pê dikeniyan. Ev di demekê de bû ku Ferhad dikir qirika xwe biçirîne û dikir qîr û hawar.
Ji bo çirkeyekê min anî pêşiya çavê xwe: Eger vêga Ferhad bixwaze wê girseya ku li dora wî kom bûye, ji kolana pêşberî xwe derbas bike, gelo kesekî tenê jî baweriyê bi wî dike ku wî bigihîne aliyê dî yê kolanê? Tew baweriya kesekî tenê jî bi Pîrbal heye ku bi wî re here aliyê din? Ne pêwist bû ez zêde li ser bisekinim, bersiv “na”yeke nêzîkî rehabûnê bû.
Baweriya kesî bi Pîrbal nayê û ev bi awayekî girêdayî Pîrbal û tevger û reftarên wî bi xwe ye. Kûrahiya karesatê di wê yekê de ye ku Pîrbal bi awayekî nexwestî bi xwe re, têgînên nûbûn û cudabûna xwe jî kirin qeşmer û qerfok. Bi rêya Pîrbal ew têgîn bûn pêkenok û hatin kedîkirin. Civaka girtî di dawî de Pîrbal nêçîr kir û vêga beriya xwarina wî, dest bi vecûtina wî kiriye.
Bi rastî çima wiha li Pîrbal hat?
Gelo nemana hêvî û ronahiyê di asoya siyasî û çandî ya Herêma Kurdistanê de piştî çend dehsalan ji ked û têkoşînê, bandor li ser reftara Pîrbal nekir? Pîrbalê ku di dawiya salên notî de ewqasî avangart û pêşverûyekî radîkal bû, te digot qey ji esmanan hatiye avêtin ser axa tî ya Kurdistanê, çima vêga ewqasî qelsbûnê nîşan dide ku di xizmeta paşevrûtirîn çîna civakê de rûdinê. Ne tenê paşverû lê diçe aliyê qeşmertirîn paşverûyên civaka Herêma Kurdistanê.
Li vir ez hinekî diponijim û dibêjim, gelo Pîrbal dixwaze bi dilopên dawî yên xwîna xwe ya şoreşger tiştekî ji me re bêje? Gelo ev jî berhemeke hunerî ya xerîb û nedîtî ya din e? Gelo Pîrbal bi pêşkêşkirina nimayîşekê daketiye? Çima di nav van hemû mela û tekye û xaneqa û dîwanxaneyan de yekê ji wan hildibijêre ku temaşevanê Kurd bi dîtina Pîral li wir, di heman dema ku pê dikene de, axînekê li ser wî dikşîne?
Bi her hawî nîşan û hêma pir in. Em dikarin Pîrbal wek mirovekî xurifî bijmêrin û bêjin: Paş temenekî ku derbas kir û xwe pir westand, rêza wî nehat girtin û hest kir ku cih û pêgeha xwe wernegirtiye û ji aliyekî din ve jî gelek caran ji aliyê xelkê hatiye biçûkxistin û sivikkirin…hwd, êdî Pîrbal xurifiye û xilas bûye yan em dikarin bîr li hinek hûrgiliyên jiyana wî bikin û wan hemû karên sosret û berovajî tiştê heyî bînin bîra xwe û ferezî bikin ku mumkin e ev jî karekî nû be? Mumkin e tenê karek be ji bo kişandina bala medyayê û di vê mijarê de bi taybetî torên civakî?
Ji xwe em hemû dizanin ku Pîrbal çiqasî mirovekî medyaperest e. Em dizanin çiqasî ji kamerayê hez dike. Em dizanin ku çiqasî girîngiyê dide fîgûrên li pêşiya kamerayê. Ew fîgûrên ku bandoreke pir mezin lê kirine. Helbet ne tenê Ferhad wiha ye, piraniya me jî di eynî fikrê de ne.
Lê ew tiştê ku neguhêr e û divê em di her rewşê de li ber çav bigirin, ew e ku Pîrbal hunermendekî diyar yê vî welatî ye û xwediyê gelek pirtûkên girîng e ku bi zimanê neteweya xwe nivîsandine. Bi zimanê wê neteweya ku bi dil û bi can hertim jê hez kiriye.
Pîrbal wek gelek nûserên din nekiriye ku ji bo nav û navdarî û nan û avê, bi hezar hêncet û behaneyan, bi zimanekî ji xeynî kurdî nivîsandine. Ferhad bi kurdî nivîsand û hewl da pirtûkxaneya vî miletê hejar dewlemendtir bike. Bi karên xwe moral diyarî bereyekê kir ku dev ji jiyana kerî û garên berdin.
Em bixwazin nexwazin, em ji Pîrbal hez bikin an nekin, wî karîgeriya xwe kiriye û ji nûser û hunermendekî asayî yê neteweyên derdorê bêhtir baca xebata xwe daye. Ji bo min ku ev du sal in ez ji Pîrbal fam nakim û bi baweriya min temenê karakterbûn û li pêşçavbûna wî qediyaye, ew bi pirtûkên xwe û nivîsarên xwe û wan karên ku hertim em hemû dikenandin û didan hizrandin zindî ye.
Ji bo min ev laşê ku niha navê wî Ferhad Pîrbal e, ruhaniyeta sergerdan a Pîrbal tê de cih girtiye. Pîrbalê westiyayî, Pîrbalê pîr. Kurdan Pîrbal pîr kir. Bi baweriya min, tenê em bi vê yekê bizanin, wê Pîrbal razî bibe.