Filma çîroka Kawayê Hesinkar û Newrozê hat çêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Derhênerekî kurd ê rojavayê kurdistanê Lewend Umer fîlmek li ser çîroka Kawayê Hesinkar û Newrozê çêkirye.

 

Derhênerê bi navê Lewend Umer ku berî niha çend fîlm çêkerine, vê care fîlmek li ser çîroka Kawayê Hesinkar û Newrozê çêkiriye.

 

Lewend Umer dibêje vê carê ew dixwaze ku ew fîlma li ser Newrozê û Kawayê Hesinkar di festîvalên cîhanî de cihekî bilind bistîne.