Jan Dost pirtûkeke nû belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Romanivîsê Kurd Jan Dost pirtûkeke nû bi navê “Ew li benda berbangê ne” bi zimanê Erebî belav kir.

Romanivîsê Kurdê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê Jan Dost li Hewlêrê romana xwe ya Nû bi navê “Ew li benda berbangê ne” îmze û belav kir.

Ew roman bi zimanê Erebî hatiye nivîsandin, ji aliyê Dar Elsaqî ve hatiye çakirin.

Jan Dost ji Rûdawê re got, romana wî behsa şerê xendeqan li Bakurê Kurdistanê dike.

Romanivîsê Kurd wiha behsa naveroka romana xwe kir: “Ev roman behsa şerê xendeqan ê li Bakurê Kurdistanê dike. Weke em hemû dizanîn berî 7 salan piştî şerê li Kobanî şerê xendeqan li Bakurê Kurdistanê destpê kir. Gelek bajarên Kurdan wêran bûn û gelek ciwanên Kurdan jiyana xwe ji dest dan, bi taybetî li Cîzara Botan. Ew der ji bo wareke gelek girîng e û ji bo Kurdan sembolîk e, warê Mem û Zînê ye û warê Melayê Cizîrî ye. Ev roman behsa wê dîroka me ya nêzîk a Kurdan dike.”

Jan Dost herwiha eşkere kir ku di vê romanê wî de tiştên xeyal gelek kêm in û piraniya wê dokumet û belgeyên dîrokî ne.

Jan Dost herwiha da zanîn ku pirtûka wî ji bo zimanê Kurdî zaraveya Soranî hatiye wergerandin û dibe ku li çend rojên bê de belav bibe.