Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê piştî salên dirêj hunermendê Kurd Mehmet Atli bi konsertekê guhdarên xwe kêfxweş kirin.
Bi organîzetoriya Şaredariya Dêrsimê li Parka Mamekî ya parêzgehê doh 9ê Nîsana 2022ê hunermendê Kurd Mehmet Atli konsertek da û bi stranên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) dilê guhdarên xwe xweş kir.
Serokê Şaredariya Dêrsimê Fatih Mehmet Maçoglu jî beşdarî konsertê bû û konsert ji ber ji aliyê Şaredariyê ve hatibû organîzekirin bê pere bû.
Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi taybetî piştî hewla 15ê Temûza 2016an bi salan e bi hincetên cûda qedexeya çalakî, kombûn, xwepêşandan û konsertan heye. Herwiha bi hatina Coronayê jî ev qedexe zêdetir hate ragihandin lê piştî 2 salan dem dem çalakiyên bi destûra parêzgariyên bajaran tên kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse