Weşanxaneyên Bakûr ji Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê bi gazinci in
Stenbol (Rûdaw) - Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê 14mîn car e bi beşdariyeke qerase û dengekî berz destpêkir. Lê ji Bakûrê Kurdistanê û Tirkiye wêşanxaneyên kurdî gelekî kêm beşdar bûne. Ji nêzikî 30 wêşanxaneyan tenê Avesta û Nûbihar beşdarin di pêşengeha Hewlêrê de. Lê ew jî bi gazincin û heta ku ew dibêjin dê careke din jî beşdar nabin ji ber bihabûn û zehmetiyên li wî alî.
Li gorî nêrîna gerînendeyên wêşanxaneyan birina pirtûkan bo Hewlêrê him mesrefekî zêde digire û him jî li deriyê sînor ew tûşî proseyek dirêj dibin û pirtûk bi rojan li wir têne rawesatndin. Ji ber ku metreqereya cihê standan jî bi dolar tê hesabkirin mesref girantir dibe. Mayîna li wir û xerciyên din jî dikin ku wêşanxaneyên Kurd ên li Bakûr û Tirkiye carek din beşdar nebin.
Keskîn: Ger rewş wiha be em carek din beşdar nabin
Yek ji wêşanxaneyên ku karî ye beşdarî pêşangehê bibe Avesta ye. Lê Gerînendeyê Giştî yê Avesta dide Abdullah Keskîn da zanîn tevî ku wan lîteratûrek mezin ji bo Başûr amade kiriye jî ew zehmetiyên heyî lê pêşiya wan dibe astengiyek mezin.
Keskîn wiha got: “ Yek ev pêşangeh li Kurdistanê 14 salin çêdibe. Lê ji destpêke ve em diçin û me lîteratûrek li ser başûr çêkiriye. Me gelek werger ji soranî kiriye û kulliteyet baş li ser başûr çêbûye. Lê her me li dereveyî wê digirin.
Par bi awayekî tesadûfî em çûn lê ciyek pir pûçik dan me. Lê îsal jî gotin em dê cihek baş û mezin bidin we. Me xwest em bi wî awayî beşdarbin. Dehan nivîskarên me li wir hene. Dibû ku em wan bikin mêvan. Li cihekî pir xirab em beşdar in. Tenê şandina pirtûkan mesrefek mezin digire. Li wir jî metreqereyek bi sed dolarî didin me. Eger ew hemû pirtûkên me birine bên firotin jî, encax mesrefên me derdikevin. Lewma em dibêjin ku careke din em beşdarî pêşangeha Hewllêrê nabin.”
Keskîn herwiha got ku divê wezaret û cihên din di van meseleyan de hessasbin û wiha pê de çû: “Heta niha me gelek werger ji soranî kirine lê tu kes ji wir piştrgiriya me nake. Dema em pirtûkek ji zimanekî din werdigerînin ew welat gelek alîkariya dikin û piştgiriya me dikin. Lê kurd di vî warî de tu alîkarî û piştgiriyê nakin. Em tu îmtiyazan naxwazin tenê em heqê xwe dixwazin. Em bi firotina van kitêban nikarin careke din beşdarî pêşangehê bibin.
Eger em pirtûkan bişînin heta Amerîkayê jî erzantir dibe. Lê li vir heta em kitêban bigihînin Hewlêrê gelek mesrefa me çêdibe. Em di cihekî ewqasî biçûk de nikarin hemû pirtûkên xwe vekin jî. Em careke din bi tu awayî beşdar nabin ger çarekeye ji meseleyê re nebînin.”
Çevik: Em gelek zehmetiyan dibînin
Gerînendeyê Giştî yê Nûbiharê Suleyman Çevik jî diyar kir ku ew ji aliyê şandina pirtûkan ve gelekî zehmetiyan dibînin û wiha pê de çû: “Wexta em pirtûkan dişînin di sînor de gelek astengiyan derdixin. Em mecbûr dimînin ku em bi destûra wezaretê pirtûkan derbasî wî alî bikin. Di alî aborî de jî helbet em bi Tirkiye re miqayese dikin biha gelekî zêde ye.
Em mecbûr beşdar dibin, lê lazim e ew bihabûn li ber çavan bê girtin û hin asankarî ji bo wêşanxaneyên ku ji vir diçin bêne kirin. Kitêbên ku em ji vir dişînin demek dirêj e, li gûmrigê têne rawestandin. Divê asankarî hebin da wêşanxaneyên Bakûr jî bikaribin bêhtir beşdar bibin.
Zal: Birina pirtûkan zehmet e
Gerînendeyê Giştî yê J&J Azad Zal jî dibêje sedema sererke ya beşdarnebûna wan a pêşangeha Hewlêrê bihabûn e.
Azad Zal got: “Ji ber ku rewşa wêşanxaneyên kurd ên li Bakurê Kurdistanê bi giştî ne baş e. Ji ber ku zimanê kurdî zimanê fermî nîne. Birina pirtûkan ji bo Hewlêrê jî mesrefekî gelekî giran e. Sedema beşdar nebûna me taybet bihabûn e. Mesref li me giran dibin. Ji xwe ji ber ku pirtûkên me latînî ne zêde nayên firotin jî. Di van herdû mijaran de em nikarin, lê em dixwazin her sal beşdar bibin. Divê Başur toleransek di vî warî de bo wêşanxaneyên Bakûr bikin.”