4emîn Festîvala Fîlman a Kobaniyê ya Navdewletî bi berhema Rûdawê dest pê kir
Hewlêr (Rûdaw) – Çaremîn Festîvala Fîlman a Kobaniyê ya Navdewletî îro li bajarê Bochumê yê Almanyayê dest pê kir.
Çaremîn Festîvala Fîlman a Kobaniyê bi belgefîlma “Kobanî di 134 Rojan de” dest pê kir.
Belgefîlma “Kobanî di 134 Rojan de” berhama Tora Medyayî ya Rûdawê ye û ji aliyê Omar Kalo ve hatiye amadekirin.
Biryar e festîval du rojan berdewam bike.
Herwiha di destpêka festîvalê de hunermendê binavûdeng ê ji Kobaniyê Miço Kendeş konserek da.
Bi gotina Rêveberê 4emîn Festîvala Fîlman a Kobaniyê ya Navdewletî Cengo Şerîf îsal ji 121 welatan 2 hezar û 165 fîlm ji festîvalê re hatin şandin.
Cengo Şerîf da zanîn ku ji wan 48 fîlm hatin hilbijartin û ketin komîteya dadweriyê.
Komîteya dadweriyê ya festîvalê dê 8 fîlman xelat bike.