Sînemagerê Kurd Yilmaz Guney berî 38 salan koça dawî kir
Hewlêr (Rûdaw) - Di ser koça dawî ya Sînemagerê Kurd Yilmaz Guney re 38 sal derbas bûn.
Lîstikvan, derhêner, senarîst, çêker û nivîskarê Kurd Yilmaz Guney berî 38 salan di 9ê Îlona 1984an de li Parîsê koça dawî kir.
Yilmaz Guney bi nasnavê "Şahê Kirêt" dihat nasîn û di sala 1982an de di Festîvala Fîlman a Cannesê de Palmiyeya Zêrîn bi fîlma xwe yê bi navê "Rê" wergirtibû. Ew hem wek senarîst û derhêner û hem jî wek lîstikvan serkeftî bû.
Yilmaz Guney ê ku bi fîlmên xwe yên wek "Yol-Rê", "Suru-Kerî" û "Umutsuzlar-Bêhêvî" tê zanîn, di 114 fîlman de lîstiye, derhêneriya 26 fîlman kiriye, 15 fîlm çêkirine û senaryoya 64 fîlman nivîsandiye.
Yilmaz Guney di 1ê Nîsana 1937an de li gundê Dîsman ê Edenê ji dayik bû lê ew bi eslê xwe ji navçeya Siwêreg a Rihayê bû. Wî ji ber hejariyê dest ji xwendinê berda û wek karker di sînemeyan de kar kir.
Yilmaz Guney roja di 47 saliya xwe de li Parîs a paytexta Fransayê koça dawî kir.