Pirtûka Heskîfê ya 600 salî derket

Hewlêr (Rûdaw) – Pirtûka dîroka Heskîfê ya bi navê “Nuzhetun Nazir we Rahetu’l-Xatir” ji weşanxaneya Nûbiharê bi edîsyon-krîtîkkirinaYûsûf Balûken derket. 

Naveroka pirtûkê , nêzîkî du sedsalên dîroak bajarê Hesenkêfê ku dê di bin Bendava Ilısuyê de bimîne xwe de dihewine.

Li cîhanê yek nûsxa ji vê pirtûkê heye û amedekarê pirtûkê akademîsyen Yûsûf Baluken e ku bi biryara hikmê qanûn de ji kar hatiye dûrxistin.

Amedekarê pritûkê akademiyên Yûsûf Balûken  ji bo Rûdawê diyar kir ku ev pirtûk mêjûya bajarekê ye û 600 salan berî niha hatiye nivîsandin û got:  “Ev pirtûk destxet bû û cara pêşîn hem ji bo çavkaniya dîroka Kurdan, hem ji bo dîrokvanên Kurdan, him ji bo rojhilatnasan bi şêwazekî zanistî hatiye amadekirin.”

Yûsûf Balûken bal kişand ser rewşa Heskîfê û wiha pê de çû: “Berhemeke girîng e. Niha Heskîf di rojevê de ye, ev avahiyên kevin hinek veguhestin, ew berhemên ku dê bin avê de bimînin bi vê pirtûkê xwe nû kirin. Her çi qas ev avahî ji holê rabin jî ev mêjû derket holê. Em dikarin bejin ku ev berhem dê vê valahiyê hinek tejî bike.”

 

Sedsala 15. hatiye nivîsandin

Weşanxaneye Nûbiharê derbarê pirtûkê de danasînek belav kir û agahiyên cur bi cur dide:   

Ev kitêba ku ta niha bes destxetek wê di Kitêbxaneya Qiraliyetê ya Viyanayê de heyî, bi edîsyon-krîtîkkirina Akademîsyen Yûsuf Balukenê ku doktoraya xwe li ser Eyûbiyên Hesenkêfê çêkirî amade bûye.

Baluken, beşek muhîm jî li dawiya metnê kitêbê zêde kiriye, ku ev kitêb digel wan pêvek û mulheqên ku têkildarî dîroka Hesenkêfê ne, dê derbarê dîroka vî bajarî de fonksiyona çavkaniyeke ansîklopedîk bibîne. Herweha li dawiya kitêbê ji bo vekoleran, îndekseke berfireh jî hatiye amadekirin ku di xwe de "navê kesan", "navê deran" û "navê milet, qebîle û dewletan" dihewîne.

Nuzhetun-Nazir, çavkaniyek pir girîng e ku Tarîxa Eyûbiyên Hesenkêfê dîrekt dike mijara xwe. Navê nivîskarê wê, Hesen bîn Îbrahîm el-Munşî el-Hisnî ye. Sala wefata wî piştî (822/1420)an e. Di dewra hukimdarê Eyûbî yê Hesenkêfê el-Melîkul-Adil Suleyman de li serayê burokratekî wî yê muhîm bû. Muelif, berî kitêba xwe ya Nuzhetu-Nazirê jî, kitêbeke bi navê Xayetu’l-Metlûb fî Tarîxî Beytî Eyyûb di 13 remezana 821ê/14 cotmeha 1418an de nivîsiye. Di wê de bûyerên derbarê Eyûbiyên Hesenkêfê de bi berfirehî nivîsiye. Paşê evê kitêba xwe bi navê “Nuzhetu’n-Nazir we Rahetu’l-Xatir” bi awayê ducildî kurt kiriye. Muelif gava ku di sala 822/1420an de kitêba xwe ya Nuzhetu’n-Nazirê diqedîne, notên xwe dibe erzî Melik-Adil Suleyman dike. Qismên şaş û kêm li gor fermanên Sultan sererast û îlawe dike. Nusxeya vê kitêbê kêmasî tê de heye, lewma bi bûyerên sala 778/1376-1377an diqede. Ev nusxeya kêm a ku gihaştiye roja me di 14ê cemaziyelaxira 937an/2ê sibata 1531ê de ji hêla mustensixekî bi navê Xizir bîn Xizir el Amidî ve hatiye îstinsaxkirin.

 

Cilda duyem a pirtûkê wenda ye

Cilda duyem a pirtûkê hîn jî wenda ye ku behsa dewra Melik Adil Suleyman dike hîn jî nehatiye dîtin. Lêbelê hevdemê nivîskarê pirtûkê û meşhûrtirînê alimên dewra xwe Îbnu Hecerê Esqelanî, di kitêba xwe ya bi navê Înbaul-Xumr bî Enbaîl Umr de ji cilda duyem a wenda hin pasajên têkildarî dewra Melik Adil Suleyman neqil kiriye. Eger ev cildê duyem bête dîtin û weşandin, dê derbarê dîroka Hesenkêf û derdora wê de gelek qeydên girîng derkevin hole.

 

Çavkaniyeke girîng ji bo dîroka Kurdan

Xeleka wenda ya dîroka Kurdî temam dibe. Ev kitêba nû di periyoda dîroka ya navbera dîroka Meyyafariqîna Îbnul-Ezreq û Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî de ji bo dîroka Kurdan çavkaniyeke girîng e. Pirtûk, hem behs tarîxa dewleta Eyûbî ya ku ava bûyî piştî xelasbûna mîrektiyên Kurd ên Merwanî, Şedadî, Hesenweyhî, Rewadî, Hezbanî û Fezleweyhî -ku ev mîrektiyana jî bi zeîfbûna Ebasiyan re derketibûn meydanê- hem jî behsa agahiyên serdema avabûna mîrektiyên Kurd ên beriya Osmanî dike.,

Herwiha çawa ku derbarê mîrektî û eşîretên Kurd ên Botî, Rojkî, Suleymanî, Zirkî û Mihranî de agahiyên girîng hene, herwiha derbarê eşîreta Ereb a Mehelmî û derbarê qebîleyên Turkmen ên Qereqoyinlî jî qeyd hene. Ligel van, pirtûka Nuzhetu’n-Nazirê ya ku li ser navê gund û bajaran û li ser etîmolojiya wan jî zanyariyan di xwe de dihewîne, ji bo akademîsyen û vekolerên ku di qada dîroka Kurd de dixebitin dê bibe çavkaniyeke girîng. Ev berhema ku halê hazir metnê wê yê Erebî weşiyayî, di pêşerojê de wergera wê jî dê kirin.