Pêşbirka jinên Kurd û Ereban

Silêmanî (Rûdaw) – Biryar e roja cîhanî ya geştiyarî ya di meha Îlonê de, rêwresma hilbijartina ”Şahciwana Kurdistanê” bê lidarxistin.  Komîteya amadekar dibêje ku jinên Ereb jî dikarin beşdarê vê pêşbirkê bibin.   

 

Di Hezîrana sala 2012ê de di dîroka Kurdistanê de yekemîn car keçek bi nave Şênê Ako weke şahciwana Kurdistanê hate hilbijartin. Di dawiya meha Îlona sala 2013ê de jî, ji aliyê şîrketa Bablion ve cara duwem rêwresma hilbijartina şahciwan hate sazkirin. Di vê pêşbirkê de Fênik Mihemed taca ciwaniyê danî ser sere xwe û heta niha jî her ew e şahciwana Kurdistanê.

 

Qeyrana darayî û şerê DAIŞê bûne sedema ragirtina hilbijartina şahciwanê. Rêveberê Bazirganî yê Desteya Geştiyariya Herêma Kurdistanê Sîrwan Tewfîq ku weke aliyê hikûmî serpereştiya vê pêvajoyê dike, ji Rûdawê re ragihand ku wê îsal jî di roja Geştiyarî ya Cîhanê de (27ê Îlonê) rêwresma hilbijartina şahciwana Kurdistanê bê sazkirin. Tewfîq da zanîn ku kesên bixwazin beşdarê pêşbirkê bibin, dikarin piştî Cejna Remezanê navên xwe tomar bikin.

 

Ji bo lidarxistina vê pêşbirkê pêwîstî bi sponsoriya şîrketên taybet heye. Sîrwan Tewfîq derbarê vê mijarê de jî daxuyand ku her çend li qeyrana darayî bandor li şîrketan jî kiriye lê ew pêwîstiya reklamê ne. Ji ber vê yekê jî dixwazin sposoriya vê rêwresmê bikin.

 

Li gor gotina Rêveberê Bazirganî yê Desteya Geştiyariya Herêma Kurdistanê di du salên dawiyê de gelek kesan ji bo beşdarbûna vê pêşbirkê serdana wan kirine.

 

Îsal cûdatir e

 

Sîrwan Tewfîq got ku pêbirka îsal cûdatir e ji ya salên din û wiha berdewam kir:

 

“Jiber ku keçên ji her çar perçeyên Kurdistanê jî dikarin beşdar bibin. Ev hizra Desteya Geştiyarî ya Herêma Kurdistanê bû. Ji ber ku şahciwaniya Kurdistanê bi hemû perçeyên Kurdistanê ve pêwendidar e.”

 

Şert çi ne?

 

Rêveberê Bazirganî yê Desteya Geştiyariya Herêma Kurdistanê Sîrwan Tewfîq derbarê şert û mercên beşdarbûna pêşbirkê de jî agahî dan û diyar kirk u divê ew kesên bixwazin beşdar bin, pêşî kurtejiyana xwe anku CVya xwe bişînin. Pêwîste temenê wan di navbera 18 heta 30 salî de be. Divê bejna wan ji 165 santîmetreyan kêmtir nebe. Divê bawernameya wan a ji amadeyî (Lîse) jortir hebe û xwedan zanyariyên baş ên giştî be. Ne şert e ku nîştecihê Herêma Kurdistanê be yan nebe.

 

Tewfîq herwiha diyar kir ku keçên Ereb jî dikarin beşdarê vê pêşbirkê bibin û got:

 

“Divê keçên Ereb ên beşdar dibin jî herî kêm 15 sal li Kurdistanê mabin. Xwendin, nivîsandin û axaftina wan a Kurdî baş be.”

 

300 hezar dolar hatiye terxankirin

 

Rêveberê Giştî yê Şîrketa Bablion Selwan Zeyto jî ji da zanîn ku weke sponsorê vê pêşbirkê, şîrketa wan 300 hezar dolar terxan kiriye. Zeyto diyar kir ku heger ji bilî Bablion sponsorên din peyda bibin wê bi vê bûdceyê pêşbirkê lidarbixin. Lê peyda nebin jî wê Bablion lêçûnên pêvajoyê dabîn bike.

 

Hunermenda Kurd û endama berê ya Komîteya Dadwer a Hilbijatina Şahciwana Kurdistanê Gezîze Omer jî amaje bi giringiya pêkanîna vê pêşbirkê da û pêşniyar kir ku endamên komîteya hilbijartinê beriya pêşbirkê hev binasin û di nav hemahengiyê de kar bikin.

 

Şahciwana Înternetê ya sala 2013ê Dalya Rêbûwar jî di wê nêrînê de ye ku pêwîstiya pêşbirkek wiha heye û got:

 

“Ew kesa ku weke şahciwan tê hilbijartin karên baş dike. Beşdarê kampanyayên alîkariyê dibe. Lewma giring e şahciwana nû bê hilbijartin.”