Terziyekî Sûrî Qurana pîroz tîp bi tîp bi ta nivîsand

 

Stenbol (Rûdaw)- Muhamed Mahir Hadrî ku niha li Stenbolê dimîne, berhema xwe di meha remezanê de pêşkêşî hunerhezan kir û da zanîn ku ew li dinyayê tevî yekemîn Quran e ku bi ta hatibe nivîsandin.

 

Ji bo nivîsandina vê Quranê, hunermend tayekî zêrîn li ser qumaşê reş bikar aniye û dibe ku ew ji ber vê taybetmendiya xwe têkeve pirtûka Guinnes ya rekoran.

 

Wî ji zarotiya xwe ve herdemê hez kiriye ku Quranê binivisîne, lê bi reng û awayekî cuda. Piştî ku fêrî terzîtiyê bûye, li gel xanima xwe gelek şêweyên nivîsandinê ceribandiye û hêdî hêdî dest bi nivîsandina ayetan kiriye.

 

Di nivîsandina Qurana Kerîm de xanima wî gelekî alîkariya wî kiriye, lê belê kesên li derdora wî bawer nekirine ku ew bikaribe vî karî bibe serî û bi çavê dînan temaşeya wî kirine.