Tara Mamedova dê li Stenbolê derkeve ser dikê

Afîşa konsera Tara Mamedovayê / Wêne: Rûdaw Grafîk

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Tara Mamedova dê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê konserekê bide.

Tara Mamedova 13ê mehê dê li yek ji navendên herî girîng ên konseran Navenda Nîmayişan a Bostanciyê ya li Stenbolê derkeve ser dikê ku hunermendên jixwebawer li wir derdikevin.

Stêrka Tara Mamedovayê van salên dawî roj li pey rojê geştir dibe û konserekê li pey a din saz dike û dengê xwe digihîne hezkiriyên xwe.

Hunermend Tara Mamedovayê ji Rûdawê re diyar kir ku ew amadekariyeke pir taybet ji wê konsêrê re dike û anî ziman:

“Ez dixwazim vê carê şoweke pir cuda û tijî surprîz pêşkêşî hezkiriyên xwe bikim.

Hunermendên mêvan Xecê û Lorîn Tosun in.”

Her wiha komeke dansê jî dê li gel Tara Mamedovayê derkeve ser dikê.

Tara Mamedova ji bo vê konserê gelekî bi kelecan e û li hêviya hatina hejmareke zêde ya hezkiriyên xwe ye.

Bilêtên konserê li ser platforma Biletixê têne firotin.