Ji derhênerê Kurd Kazim Oz re 15 sal ceza tê xwestin

Hewlêr (Rûdaw) - Dozgeriya Amedê, heta 15 sal ceza ji Derhênerê Kurd Kazim Oz re dixwaze. Kazim Oz bi îddîaya "endamtiya rexistina terorîstî ya çekdar" hatiye tohmetbarkirin.

 

Derbarê derhênerê filmên "Fotograf, Bahoz û Zer" Kazim Oz de bi tohmeta "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" heta 15 sal ceza hat xwestin.

 

Derhênerê Kurd Kazim Oz, di çarçoveya "lêpirsîna terorê" de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê birêve birin 24ê Mijdarê li bajarê xwe Dêrsimê hatibû binçavkirin û piştî îfadeya xwe dabû hat berdan.

 

Li gor medya Tirkiyê, îdîanameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve derbarê Kazim Oz de hatiye amadekirin, ji aliyê 9emîn Dadgeha Cezayên Giran ve hat qebûlkirin.

 

Di îdîanameyê de bo Kazim Oz ji 7 sal û 6 mehan heta 15 sal cezayê zîndanê tê xwestin.