Mehwî di belge û dokumentên Osmanî de

Hewlêr (Rûdaw) - “Mehwî di Belgenameyên Osmanî û Destnivîsan de” pirtûkeke nû li ser helbestvanê Kurd ê klasîk yê mezin û qedirgiran Mehwî ye. Bijar Osman û Dîdar Osman karê komkirin û berhevkirina belge û dokumentan li ser jiyana Mehwî cîbicî kirine.

 

Bijar Osman li ser pirtûka “Mehwî di Belgenameyên Osmanî û Destnivîsan de” ji Rûdawê re got: “Pirtûk lêkolîneke berfireh li ser helbestvanê mezin Mehwî ye ku em wî wek Mewlanayê Kurd dibînin. Em behsa dîrok û gelek aliyên veşartî yên jiyana Mehwî dikin ku di dema vekolîn û lêgerîna me di nav belgeyên Osmanî de hatin bidestxistin. Herwiha em behsa têkiliya bihêz di navbera Mehwî û Siltanê Osmanî Ebdilhemîdê Duyem û pevguherîna nameyan di navbera wan de jî dikin.”


Bijar Osman herwiha dibêje: “Malbata Mehwî pir hevkariya me kir û belge û destnivîsên Mehwî ji me re misoger kir û me jî pirtûka xwe bi wan xemiland û dewlemend kir. Bi taybetî neviyê wî hakim Soran Umer Mehwî.”


Pirtûka nû çend helbestên belavnekirî yên Mehwî jî li xwe digire. Bijar dibêje: “Çend kes hebûn navê wan jî Mehwî bû yan navê wan nêzîkî navê Mehwî bû. Me ew jî lêkolîn kirin û di pirtûkê de me kesayetiyên hevawa ji Mehwî cuda kir.”


Bijar ji bo amadekirina kitêbê çû Tirkiyê û serdana xaneqa û gora Mehwî jî kir: “Şêwe û dîzayna gora wî nemaye û pir hatiye têkdan. Lewma ez daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û xemxwerên helbest û edebiyatê dikim ku kar ji bo nûjenkirina gor û xaneqa Mehwî bikin û li ser dîzayna kevn dîsa ava bikin.”