Rockbêj Onur Kepenek berhema xwe ya herî dawî belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Onur Kepenek hunermendekî ji Bakurê Kurdistanê ye ku strana xwe ya bi awayê rockê yê bi navê “Çûyîn” belav kir.

Onur Kepenek ji Rûdawê re diyar kir ku stran ji aliyê Berken Bereh ve hatiye nivîsandin, wî bixwe awaza wê daniye û mix û masteringa wê jî Mihemed Bekalp çêkiriye.

Onur Kepenek da zanîn ku wî muzîk û tomarkirina stranê li Amedê kiriye û ji bilî vê stranê, niha li ser pênc stranan dixebite ku dê di nava salekê de wan jî biweşîne.

Klîpa stranê li ser kanala Youtubeyê ya Onur Kepenek hat belavkirin ku Ronî Aydogan derhêneriya wê kiriye.

Onur Kepenek li Dêrika Çiyayê Maziyê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û niha li Amedê dijî.

Onur Kepenek stranbêjê rockê û bijîşk e.

Wî di salên borî de çend stranên folklorî yên Kurdî bi awayekî nûjen xwend.

Wî herwiha Îlona 2022yan albumeke ku ji 3 stranan pêk tê derxist.