Festîvala Awaza Gelan a Silêmaniyê dest pê dike: Pervîn Çakar dê derkeve ser dikê

Hewlêr (Rûdaw) – Sopranoya Kurd Pervîn Çakar dê di çarçoveya Yekemîn Festîvala Awaza Gelan a Silêmaniyê de konsera operayê bide.

Soprana Pervîn Çakarê ji Rûdawê re ragihand ku ew dê îro 7-8 operayên Îtalî û Kurdî (Kurmancî, Soranî û Kirmanckî) pêşkêş bike.

Konsera Pervîn Çakarê dê li Şanoya Romaniyê ya Silêmaniyê bê lidarxistin.

Pervîn Çakarê diyar kir ku ew dê berhemên xwe bi piyano û dûdûkê pêşkeş bike.

Çakarê da zanîn ku ew dê berhemeke li ser qurbaniyên Helebçeyê û helbestên helbestvanên Kurd Şêrko Bêkes û Evdilla Peşêw jî bixwîne.

Yekemîn Festîvala Awaza Gelan a Silêmaniyê dê ji 8 heta 11ê Îlonê li bajarê Silêmaniyê bi rê ve biçe û tê de çendîn konser û panelên hunerî werin lidarxistin.

Di şeva yekem a festîvalê de, Koma Keçên Silêmaniyê, Soprona Pervîn Çakar, Koma Niştimaniya ya Muzîka Çandî ya Îraqê bi rêberiya Ela Mecîd û bi mêvandariya hunermend Sadûn Cabir li Şanoya Romaniyê ya li Parka Hewarî Şar dê derkevin ser dikê.

Soprano Pervîn Çakarê îsal di salvegera kîmyabarana Helebçeyê de albumeke operayê ya bi navê “IN MEMORIAM, Victims of Halabja” derxist.