4emîn Festîvala Fîlman a Kobaniyê dest pê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Çaremîn Festîvala Fîlman a Kobaniyê ya Navdewletî roja şemiyê dê bi beşdariya bi dehan fîlman dest pê bike.

Roja 9ê vê mehê 4emîn Festîvala Fîlman a Kobaniyê ya Navdewletî li bajarê Bochumê yê Almanyayê dest pê dike.

Rêveberê 4emîn Festîvala Fîlman a Kobaniyê ya Navdewletî Cengo Şerîf ji Bochumê beşdarî bultena Rûdawê bû û zanyariyên zêdetir li ser festîvalê da.

Rêveberê 4emîn Festîvala Fîlman a Kobaniyê ya Navdewletî Cengo Şerîf li ser festîvalê got:

“Me îsal festîval kir navneteweyî, ji her aliyên cîhanê fîlm ji me re hatin. Ji 121 dewletan 2 hezar û 165 fîlm ji me re hatin.

Ji wan 48 fîlm hatin hilbijartin û ketina komîteya dadweriyê. Komîteya dadweriyê jî 8 xelat da fîlman.”

Cengo Şerîf herwiha anî ziman:

“Xelateke taybet bi fîlma herî baş a Kurdî dê hebe. Ji bo ku em morala kesên ku sînemaya Kurdî têkildar in bilind bikin me xelata milet jî diyar kiriye ku dê beşdar bi xwe fîlmekê hilbijêrin û wê xelatê bidin.”

4emîn Festîvala Fîlman a Kobaniyê ya Navdewletî dê bi konsereke Hunermend Miço Kendeş dest pê bike.

Miço Kendeş hunermendekî dengxweş ê ji Kobaniyê ye û li Swîsreyê dimîne.

Roja yekem a festîvalê dê ji demjimêr 14:00an heta 20:00an berdewam be.

Roja duyem 10 mehê jî dê xelatên 4emîn Festîvala Fîlman a Kobaniyê ya Navdewletî werin dayîn.

Juriya vê carê ya 4emîn Festîvala Fîlman a Kobaniyê ya Navdewletî ji çêker û derhênerên navdewletî pêk tê ku hinek ji wan li Hollywoodê dixebitin.