Mem Ararat: Beşdarbûna min di festîvala Sûrê de ne rast e

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Mem Ararat derbarê beşdarbûna xwe di bernameya Festîvala Surê de got, ev agahiyeke derew e û bêyî agahiya wî di afîşa festîvalê de navê wî hatiye danîn.

Wezareta Çand û Geştê ya Tirkiyê bi afîşekê ragihandiye ku di navbera 8 û 16ê Cotmeha îsal de bi navê “Festîvala Rêya Çandê ya Sûrê” festîvalekê saz dike.

Li gor afîşa Wezareta Çand û Geştê ya Tirkiyê, di çarçoveya festîvalê de roja 14ê Cotmehê konserta Mem Ararat hatiye plankirin.

Lê belê hunermendê Kurd Mem Ararat 7ê Îlona 2022ê li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê afîşa Festîvala Sûrê de peyamek belav kiriye û red kiriye ku di festîvalê de beşdar bibe û konsertê saz bike.

Mem Ararat di peyama xwe ya bo raya giştî de dibêje: “Ev afîş bêyî agahîya me hatiye çêkirin û belavkirin, bernameyeke me ya wisa tuneye. Ev agahî derew e. Ji ber ku bêyî agahiya me ev afîş hatiye parvekirin em ê pêvajoya huqûqî bidin destpêkirin. Ji raya giştî re bi rêzdarî.”

Beriya hefteyekê 1ê Îlonê Serokê Rêxistina AKPê ya Amedê Muhammet Şerif Aydin di daxuyaniyekê de bersiva rojnamevanan dabû û gotibû Mem Ararat dê beşdarî Festîvala Sûrê bibe.