Gulistan: Aram Tîgran yek ji kevirên mîhengê yên muzîka kurdî ye

Hewlêr (Rûdaw) – Gulistan Perwer bîranên xwe yên li gel hunermendê navdar Aram Tîgran ji Rûdawê re vegot û diyar kir: “Aram Tîgran yek ji kevirên mîhengê yên muzîka kurdî ye.”

 

8 sal bi ser koça dawî ya hunermendê mezin Aram Tîgran re derbas bû.

 

Gulistan Perwer yek ji wan kesan e ku demeke dirêj li gel Aram Tîgran xizmeta muzîka kurdî kirine.

 

Perwer diyar dike, ku ew Aram Tîgran weke yek ji kevirên mîhengê yên muzîka kurdî dibîne û got: “Ew hosteyê muzîkê bû û hemû stranbêjên ku pê re ketine têkiliyê, ew weke mamoste didîtin. Hemû folklorên ziman û çanda ermenî ku nêzîkî zimanê kurdî ye, veguhaste muzîka kurdî û şêwazeke nû afirand.”

 

Gulistan Perwer destnîşan kir, ku di Med TV û Roj TVyê de nêzîkî 15 bername li gel Aram Tîgran çêkirine û got: “Kelecana wî qet winda nedibû. Beriya her bernameyê, weke ku cara yekem e dê derkeve ser dikê, kelecanî dibû. Gava min jê pirsî 'Ev bû bernameya çendemîn, çima hêj dikevî kelecanê?' wî jî ji min re wiha bersiv da 'Gulê ti ças bêxem î, emê derkevin pêşberî gel.”

 

Perwer aşkere kir, ku Aram Tîgran gava dihate bernameyan, li şûna xwarina ku wan dixwar, bi gotina wî "xwarina ku dayîka Agop xistibû çenteya wî" dixwar.

 

Hunermenda navdar Gulistan Perwer diyar kir, ku Aram Tîgran ji cimbuşa xwe gelek hez dikir û got: “Agop kurê wî yê yekane bû. Ji hevjîna xwe re digote 'Diya Agop'. Ew qas ku ji cimbuşa xwe hez dikir, digote 'Diya Agop hesûdiya cimbuşê dike'. Min jî jê re digot 'Tu dibêjî ez ji her kesî û her tiştî zêdetir ji cimbuşa xwe hez dikim, ez bûma minê jî hesûdî bikira'. Ji cimbuşa xwe, ango ji muzîkê gelek hez dikir.”

 

Li ser pirsa “Gelo di van demên dawî de çima stêrkên mîna Aram Tîgran, Şivan Perwer, Ciwan Haco û mîna we dernakevin?” Gulistan Perwer wiha bersiv da:

 

“Gelek sedemên vê yekê heye. Lê em resen bûn. Û muzîka me, ji aliyekî ve em afirandin. Aram Tîgran bi taybetiya xwe hunermendekî gelek resen bû. Mora xwe li demekê xist. Bandor li ser gelek hunermendên ku li pey wî hatin hişt. Ruh, muzîk û kesayeta me ya gelêrî afirand.

 

Min weke profesyonel dest bi muzîkê kir ku Meryem Xan û Eyşe Şan bingeha wê ava kiribûn. Dûvre mijar bû siyasî jî. Me bedêl jî da. Dema ku Aram Tîgran li Qamişloyê bû, navê wî pir nehatibû bihîstin. Gava dest bi Radyoya Êrîvanê kir, muzîka Aram Tîgran belav bû û êdî dihate nasîn.”

 

Gulistan Perwer aşkere kir, ku ew Aram Tîgran gelek nêzî xwe dibîne û got: “Weke apê xwe, weke xalê xwe, ez wî gelek nêzî xwe dibînim. Mîna ku ji malbata min e, weke birayê apê xwe, nêzî xwe dibînim. Di navbera me de pêwendiyeke gelek xweş hebû.”

 

Perwer diyar kir, ku li gel Aram Tîgran gelek bîranînên wî hene û bîranîneke xwe wiha qal kir:

 

“Rojekê ji bo konserê hatibû Stockholmê. Emê bi wî re vegeriyana Brukselê. Li televîzyonê hevalekî me hebû ji me re bilêt distand. Her dem bilêta firokeyê distand, lê wê carê bilêta trênê standibû û him jî ya herî erzan. Çi xwarin hebû, çi jî av. Bilêteke gelek erzan standibû. Weke mînîbusa gundan bû.

 

Aram Tîgran zimanên kurdî, ermenî, û erebî dizanibû. Zimanên ewropî pir nizanibû, belkû hinekî rûsî dizanibû. Ji min re got 'Ez ji zimanê vana nizanim ku derdê xwe ji wan re bêjim'. Min jî jê re got 'Pêwîst nake, ji xwe her dem li gel te wergêrek heye.”