Grûpek ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê rêzefîlmek çêkiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpek ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê li gel hejmarek ji aktorên Kurd ên Rojava rêzefîlmek çêkiriye. Armaca grûpê ew e ku ziman û çanda Kurdî li Ewropayê biparêz in

Ciwan Hesen xortekî ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye û 9 sal in li Almanyayê dimîne, li gel hejmarek ji aktorên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê li Ewropa, grûpa bi navê Rewşa Koçberan saz kiriye û rêzefîlmek bi navê Penaber çêkiriye, tê de Ciwan  bi xwe him derhêneriyê dike û him jî aktor e.

Derhênerê Kurd Ciwan Hesen dibêje “Rewşa koçberan îro tiştek ji miletê xwe re pêşkêş dike û tiştê ku li Ewropa bi serê Kurdan re derbas dibe, em gişt penaber bûne. Îro rewşa koçberan di derbarê pirsgirêka Kurdî de, ji bo ku zarok li me temaşe bikin û ji bo zimanê Kurdî li Ewropayê hinda nebe. Îro tiştê ku çêdikin dikin, ji miletê xwe re bi zamnê Kurdî xizmet dikin.”

Rêze fîlma Penaber behsa rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê li  Ewropayê dike yên ku ji ber şer derketine û girêdana wan bi welatê wan ve, ku çawa dilê wan bi ser malbatên wan ve ye yên ku hîn li Rojavayê Kurdistanê ne.

Ciwan Hesen got jî “Em bixwe bi tenê ne. Grûpa Rewşa Koçber tenê  bixwe xizmeta xwe dike. Di aliyê peran de kes alikariya me nake, em bi xwe bixwe alikariya hev dikin.”

Grûpa Rewşa Koçberan ji kesên xwebexiş pêk tê û ti kompaniyên berhemanînê alîkariya wê nakin, armaca wê ew e ku ziman û çanda Kurdî li Ewropayê biparêzin û bihêlin ku civaka  Kurd li Ewropayê ji welatê xwe qut nebe.