Hunermendên Şino bi şanoyê êşa Kobanî tînin ziman

Şino (Rûdaw) – Komek hunermend û şanokarên bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê bi şanoyekê jiyana malbatên Kobanî nîşan didin.

 

Li gorî malpera shnobas, ku nûçe û agahiyên bajaêr Şino belav dike, nivîkar û şanokarê kurd Husên Beledî şanoyek bi navê “Saz û Av” li ser jiyana malbateke kurd li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê nivîsiye û amade kiriye.

 

Husên Beledî li ser vê yekê ji malperê re gotiye, di şanoya Saz û Av de min behsa jiyan û tengaviyên malbateke kurd li Kobanî kiriye ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatiye dorpêçkirin.

 

Beledî daye zanîn ku şano 40 deqeyan dirêj e û 18 lîstikvan tê de rol dibînin ku 14 jê zarok û sinêl in.

 

Li gorî nûçeyê, şanoya Saz û Av dê roja 20ê Sibata îsal li Navenda Kulturî ya Şinoyê were lîstin.