Li Bexçeyê Xwendinê yê Qamişlo çalakiyeke rewşenbîrî

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo çalakkirin û pêşxistina wêje û hunera xwecihî, li Bexçeyê Xwendinê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê çalakiyeke helbestan hat sazkirin.

Çalakî ji aliyê Yekîtiya Rewşebîrên Herêma Cezîrê ve hat rêkxistin.

Ebdilsemed Mehmûd, Helbestvanê Kurdî, dibêje, “Çalakiyên corbicor in, îro helbest xwendin in. Helbestvanên bi zimanên Kurd û Erebî hene. Hêjayî gotinê ye ku ev çalakiyên lidar dikevin, cihê rêzê ne. Ji ber ku livekê di rewşa çandî de dikin. Bi kêmanî hefteyê carekê nivîskar û rewşenbîrên me li vî baxçeyê xwendinê rûdinin, hev dbînin û giftugo dikin.”

Hejmarek ji rewşenbîr, nivîskar û helbestvan di vê çalakiyê de beşdar bûn, têde 4 helbestvanên ji Herêma Cezîrê helbest bi herdû zimanên Kurdî û Erebî xwendin.

Ebdilbarî Ehmed, Helbestvanê Erebî, dibêje, “Di çalakiya me ya îro de 4 helbestvan hebûn û helbestvanekê jî lêborîn xwest û nehat, helbestvan yek jê ezim Ebdilbarî, Ebdilsemed, Gulal û Ibrahîm bûn. Her yekî ji me çend helbestên xwe xwendin û kesên pirsyarên wan hebûn beşdarî kirin.”

Yekîtiya Rewşebîrên Herêma Cezîrê saziyeke ser bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ye û hefteyê carekê çalakiyên rewşenbîrî li Bexçeyê Xwendinê yê Qamişlo saz dike.