Heval Îbrahîm hat xelatkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê law ê Kurd Heval Îbrahîm ji ber karên xwe yên xêrxwazî, di nava heftiyekê de li Herêma Kurdistanê du xelat wergirtin.

 

Hunermend Heval Îbrahîm did axuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Bi kêfxweşî ve piştî ku min li gel hunermend Dîlanar Yildiz beşdarî di konsêrta xêrxwazî ya li Hewlêrê de kir, beşa parastin û nexweşiya penceşêrê li Hewlêrê xelata rêzgirtinê pêşkêşî min kir.”


 

Heval Îbrahîm herwiha got: “Xelata duyem jî Navenda Rewşenbîriya Zanîngehê ve li Hewlêrê da min, ku weke xortekî serkevtî, ev xelat pêşkêşî min kirin.”

 

Hunermend Heval Îbrahîm dibêje: “Ez peyman didim ku li ser karê baş û serkevtî berdewam bim.”


 

Di derbarê karên xwe yên nû de jî Heval Îbrahîm got: “Niha ez mijûlî hinek projeyên nû me, ku ji çend stran û encamdana zincîreyek konsêrtan pêk tê, li gel wê jî ez li ser tomarkirina vîdeoklîpeke nû dikim.”