Evîn Şikakî romana Necîb Mehfûz kir kurdî

Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvan û wergêra kurd Evîn Şikakî romana Necîb Mehfûz a bi navê "Roja Ku Serok Hat Kuştin" wergerandiye kurdî û ev pirtûk niha hatiye çapkirin.

 

Ji bo geşbûna her zimanekî, werger yek ji riyên herî pêwist û girîng e. Herçiqasî di wêjeya kurdî de, tevgera wergerê hîn jî negihîştiye asta pêwist, lê hinek caran berhemên wergerandî tên çapkirin û weşandin.

 

Ne zêde be jî, hinek nivîskarên Kurd bi xwe jî berhemên xwe wergerandine zimanên din, bi taybetî zimanê erebî, berovajî wê yekê roman û helbest û berhemên bi zimanên din wergendine zimanê kurdî.

 

Di warê edebiyat û çanda kurdî ya hemdem de, yek ji erkên herî bilez û pêwist gurkirin û geşkirina tevgera wergerê ye. Hem wergera ji zimanê kurdî ji bo zimanên derdor û cîhanê û hem jî wergera ji zimanên derdor û cîhanê ji bo zimanê kurdî. Werger ji edebiyata me re dikare wek şoreşeke hizrî û edebî bê wesfkirin.

 

Di qada wergera ji zimanê erebî ji bo zimanê kurdî bi zaraveya kurmancî de, berî demekê romana nivîskar û romannivîsê misrî yê navdar Necîb Mehfûz ya bi navê "Roja Ku Serok Hat Kuştin" bi destê helbestvan û wergêra Kurd Evîn Şikakî hat wergerandin û çapkirin.

 

Derbarê wergera romanê bi zimanê Kurdî, wergêra kurd Evîn Şikakî diyar dike ku wergera romana Necîb Mehfûz yekemîn berhema wê di warê wergerê de ye.

 

Evîn herwiha li ser çîroka wergerandin û çapkirina romana Necîb Mehfûz tîne ziman ku roman berî du salan hatibû wergerandin lê ji ber nebûna muhleta çapkirinê ji aliyê malbata nivîskar ve wê nikarîbû romanê çap bike. Lê piştî danûstandina ligel Dezgeha Necîb Mehfûz a Rewşenbîrî li Qahîreyê wan karîbû muhleta çapkirinê ji malbata wî bistînin bi şertê ku, ew weke dezgeh romanê çap bike, çimkî wê dezgehê xwest ku berhemên wê bi zimanê kurdî jî bên çapkirin.

 

Romana "Roja Ku Serok Hat Kuştin" bi wergera Evîn Şikakî di Adara 2017an de li Qahîreyê hat çapkirin û belavkirin. Ev roman cara pêşî di sala 1985an de hatiye çapkirin.

 

Necîb Mehfûz di vê romanê de behsa serdema desthilata Serokê Misrê Enwer Sadat dike. Roman behsa ked û xabata xelkê di dabînkirina pariyê nan û xela û buhabûna wê serdemê dike, nexasim li ser bûyera kuştina Sadat disekine.

 

Di beşekî romanê de, Mehfûz wiha dibêje: Em miletekî wisa ne ku ji serkeftinan bêtir xweşiya xwe di têkçûnan de dibînin. Ji ber dirêjahî û pirbûna têkçûnan, awazên bêhêviyê di kûrahiya dilên me de cih girtine. Lewma em ji stranên xemgîniyê û şanoyên bobelat û sosretan û ji şehîdênpakrewan hez dikin."

 

 

Necîb Mehfûz di sala 1911an de ji dayik û di 2006an de wefat kir. Ew yekem danerê Ereb bû ku di sala 1988an de Xelata Nobelê ya Edebiyatê wergirt û berhemên wî ji bo piraniya zimanên cîhanî hatine wergerandin.