Di pêşbirka TRTyê de bi strana xwe ya Kurdî derket fînalê

Hewlêr (Rûdaw) - Songul Kalaç di pêşbirka TRT 1ê ya bi navê  “Tu Stranên Xwe Bibêje” de bi straneke Kurdî derket fînalê.

Stranbêja Kurd a  ji Colemêrga Bakurê Kurdistanê Songul Kalaç, bi strana Kurdî ya herêma Dêrsimê ya bi navê "Elqajiyê" beşdarî pêşbirka televîzyona fermî ya dewleta Tirkiyeyê bû.

Songul Kalaçê bi dengê xwe yê efsûnî tesîr li temaşevan û juriyê bernameya “Tu Stranên Xwe Bibêje” kir û bi pûanên ku ji endamên juriyê wergirt, derbasî fînala superê bû.

Ji aliye din ve, kurtevîdeoya fînala superê ku dê roja sêşemê were weşandin, hat belavkirin.

Di wê kurtevîdeoyê de diyar dibe ku Songul Kalaç dê di fînala superê de strana “Dar Hejîroke” bistire.

Serkeftê/a pêşbirkê dê 500 hezar lîreyên Tirkî weke xelata wergire.

Songul Kalaç 25 salî ye û bi eslê xwe ji navçeya  Geverê ya Colemêrgê ye.

Songul Kalaç mamosteya muzîkê ye.

Berî niha  jî Songul Kalaçê li ser Youtubeyê stranên “Eman Eman”, “Weşiya” û “Dê Bav” pêşkêş kiribûn.