Belgefîlma “Hejandina Bexdayê” dê sibe li Duhokê bê nîşandan

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hola Sînemayê ya Duhok a Herêma Kurdistanê dê sibe Pêncşemê 8ê Îlona 2022an belgefîlma "Hejandina Bexdayê" bê nîşandan, ew belgefîlm berhema Tora Medyayî ya Rûdawê ye û Kurmanc Ferec karê derhêneriyê jê re kiriye.

Ev belgefîlm dê sibe di demjimêr 16:00an de were nîşandan ku behsa zordariyên di serdema Beasê de bi ser xelkê Başûrê Kurdistanê de hatiye kirin dike. Belgefîlm behsa çîroka xwişk û birayekê dike ku di nava Bexdayê de çalakî kirine û her wiha behsa çalakiyên Şehîd Ebdulrehman dike ku çawa çalakî dikirin û rejîma Beasê nedizanî kî wan çalakiyan dike.

Fewziye Xan û Şehîd Ebdulrehman bi hevkariya rêkxistinên PDKê wî karî dikin ku nîşan bidin neteweyek heye ku zordariyê qebûl nake.

Ev belgefîlm berhema sala 2022an ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye.