Sîmir Rûdan klîbeke nû belav kir

Hewlêr (Rûdaw) – Muzîkjenê Kurd Sîmir Rûdan ji straneke albûma xwe ya dawî, ji “Aliyê Din” re klîbeke nû belav kir.

Muzîkjen Sîmir Rûdan çend roj berê ji bo strana xwe ya “Aliyê Din” ku ev stran ji albûma wî ya duyem ji “Kevî”yê ye, klîbeke nû li ser kanala xwe ya youtube belav kir.

Klîba vê strana ku gotin, muzîk û aranjeyên wê ji aliyê Rûdan Sîmir bixwe ve hatiye amadekirin, bi derhêneriya Sabahattîn Çelîk hat kişandin. Derhênerê ku di heman demê de qonaxên kişandin, montaj û rengdêrkirina klîbê girtî ser xwe, klîba Aliyê Dîn li Burgazada ya Stenbolê kişand.

Klîba ku ji dîmenên sade û xwezayî pêk tê û tê de mûzîkjen li cihê ku derya û şînayî digihîjin hev dimeşe, ji aliyê temaşevanan ve bi eleqeyeke baş hat pêşwazîkirin.

Derhêner Sabahattîn Çelîk bi klîba Aliyê Dîn ku bi teknîka xwe ya kamerayê ya cihê beşên fîlmekî tîne bîra mirov û bi vî awayî mirov dide hîskirin.

Gotinên stranê nîşan dide ku, dibe ku di nav bêdawîtiya xwestekan de evîn têrê neke ku meriv xwe bi wê temam hest bike, lê ger em bixwazin evîna xwe bidomînin wê çaxê divê em di nava evîna xwe de destûrê bidin avakirina kêmasiyê.

Stran beriya niha bi hevkariya muzîkjenên wekî Turgut Alp Bekoglu (Drum) û İsmail Soyberk (Bass) ku ew bi kariyera xwe ya afirîner têne naskirin, li studyoyên dîrokî yên wekî Studio Erekli Tunç de li Stenbolê hatibû tomarkirin.

Serpêhatiya Mûzîka Sîmir Rûdan

Sîmir Rûdan sala 2013an albûma xwe ya yekem “Bi Çîrokî” bi poduktoriya Ayhan Orhuntaş derxist. Di sala 2015an de bi strana “Berfîn” beşdarê albûma “Peşk” bû ku ev albûm ji bo bîranîna helbestvan Bro Omerî ji aliyê Kalan Muzikê ve û bi hevkariya gelek muzîkjenan hatiye çêkirin. Muzîkjenî albûma xwe ya duyem “Kevî” di sala 2019an de wek muzîkjenekî serbixwe derxistiye. Ji sala 2015an vir ve li Stenbolê dijî û niha ji bo çêkirina stranên nû di nava hewldanan de ye.