Çomanî romana Lîvanelî ya derbarê kurdên êzîdî de wergerande kurdî

07-08-2017
RÛDAW
Nîşan Ferhad Çomanî Zulfu Lîvanelî Roman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar û wergerê kurd Ferhad Çomanî, romana bi navê “Ne aramî” ya nivîskar û hunermendê tirk Zulfu Livanelî wergerande zimanê kurdî.

 

Ferhad Çomanî derbarê vê yekê de ji Rûdawê re ragihand: “Roman yek ji nivîsanîna nuwaze û ciwan e, ku derbarê komkujî û karesata kurdên êzidî de hatiye nivîsandin.”

 

Çomanî herwiha got: “Roman behsa tundûtîjiya olî ya li dijî komên etnîkî û neteweyan dike ku li Rojhilata Navîn û herwiha li tevahiya cîhanê bûye sedema ne aramiyê. Cihê bûyeran bajarê Mêrdînê ye. Di romanê de rojnamevanekî ji Mêrdînê, dema dibîhîse hevalê wî hatiye kuştin, ji bo pêdaçûna vê bûyerê ji Amerîkayê vedigre Mêrdînê.

 

Bi vê vegerê re dikeve nava cîhana bi sêhr û pir bi tilsim a ola êzidiyan. Dibe hezkiriyê çîroka 3 keçên kurdên êzidî, ku ji derdora Şingalê ketine destê DAIŞê, çawa destdirêjî li wan hatiye kirin, paşî çawa azad dibin û xwe digihînin kampekî nêzîkê Mêrdînê.”

 

Ferhad Çomanî derbarê zimanê romanê de diyar kir: “Bûyer pir bi zimanekî taybetî yê hunerî hatine vegotin û ez piştrast im, ku dê xwedevan gelek tamê jê bibînin.”

 

Derbarê nivîskarê Rromanê de jî Çomanî diyar kir: “Beriya ku ez dest bi wergerê bikim, min pêwendî bi Zulfu Lîvanelî re kir. Wî jî ji min re got, ew gelek kêfxweş e, ku ronama Ne aramî dibe kurdî. Ev yekemîn romana Lîvanelî ye ku ji bo zimanê kurdî (zaraveya soranî) tê wergerkirin. Lîvanelî ev roman îsal nivîsiye.”

 

Nivîskar û wergerê kurd herwiha got: “Bi tevê ku ev hinde berhemên Zulfu Lîvanelî hene lê mixabin heta niha ji aliyê xwedekarên kurd ve behatiye naskirin.”

 

Omer Zulfu Lîvanelî di 20ê Hezîrana 1946ê de li bajarê Konya jidayik bûye. Xwediyê 22 roman û 28 albûmên stranan e û herwiha derhênerê fîlmên sînemayê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst