Hejmara nû ya kovara Bar Helbestê derket

Hewlêr (Rûdaw) – Hejmara 7an ya kovara Bar Helbestê çap bû û li pêşberî xwendevanên xwe ye.

Kovara Bar Helbestê piştî salek navberê dîsa hat derxistin.

Ew kovar ku li ser helbestê ye, di vê hejmarê de ji bilî helbestên bi zaravayê Kurmancî cih daye helbestên bi Kurmanciya Jêr (Soranî) û Kirmanckî jî.

Di hejamra 7an Bar Helbestê de Miradê Miradan, Hoşeng Nizarî, Rêzan Diljen, Emerîkê Sidîqayê, Sidîq Gorîcan, Îrfan Amîda, îhsan Espar û çend kesên dîn bi helbestên xwe cih girtiye.

Herwiha di kovarê de, çend helbestên ji zimanên cîhanî wekî Almanî, Îngilîzî, Fransî û Rûsî bi wergera Kurdî jî hene.

Di vê hejmarê de bi helbestvan Yehya Omerî û helbestvan Ciwan Qado re hevpeyvîn hatine kirin.

Hejmara 6an a Bar Helbestê Çiriya Paşîna 2022yan derketibû.