Ji PENa KURD bo Îranê: Elî Sepahî serbest berdin!

Amed (Rûdaw) -  Navenda PENa KURD girtina helbestvanê kurd Elî Reza Sepahî ji aliyê dewleta Îranê ve şermezar kir û xwest Îran demildest Sepahî serbest berde. Sîwana nivîskaran bang li hemû rewşenbîrên cîhanê kir ku xwedî li Sepahî derkevin û ji bo azadiya wî zextê li Îranê bikin.

 

Navenda PENa KURD ku perçeyekî PEN'a Navneteweyî ye û nivîskarên kurd di bin sîwana xwe de dihewîne, derbarê girtina helbestvanê kurd Elî Reza Sepahî de daxuyaniyek nivîskî da.

 

PENê bi bîr xist ku helbestvanê kurd ê ji Xoresanê Sepahî roja pêncşemê (30.11.2017) li Meşhedê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê  ve hatiye desteserkirin û heta niha jî jê tu agahî nehatiye wergirtin.

 

PENa Kurd, bal dikişîne ku Îran dixwaze bi desteserkirina helbestvan Sepahî çavên rewşenbîrên din jî bitirsîne û di daxuyaniyê de wiha dibêje: "Li hemû rejîmên desthilatdar nivîskar û rewşenbîr bûne sedemên tirsê û her dem desthilatdaran xwestine bi awayekî yan wan bêdeng bikin an wan surgun bikin an zindanî bikin û yan jî bikujin. Hêzên ewlehiya Îranê jî helbestvan Sepahî desteser kirine."

 

PENa KURD di daxuyaniyê de bang li sazî û dezgehên sivîl û rewşenbîrên cîhanê dike ku xwedî li helbestvan Elî Reza Sepahî derkevin û ji bo azadkirina Sepahî zextê li Îranê bikin. Ji ber vê yekê jî bo kampanyaya azadkirina Sepahî, dirûşma "Azadiya Elî Reza Sepahî azadiya derbirîna ramanê ye" derdixe pêş.

 

Elî Reza Sepahî kî ye?

 

Elî Reza Sepahî rojnameger, berhevkar û helbestvan e. Di hin helbestên xwe de bernavkê Kawa Zêdî bi kar tîne. Li gundê Sendîfal ku girêdayî Layînê (bakurê Meşhedê) ye hate dinê (1971).

 

Di sala 1994an de li ser Radyoya Xoresanê dest bi bernama "Helbest û Gotin" kir ku yekem bernameya helbesta Kurdî ye li Xoresanê. Beşa Fîlologya Frensî li Zanîngeha Meşhedê kuta kir (1995). Piştî mastera xwe li heman beşê bire serî, dest bi mamostetiya Frensî kir. Lê ji ber xebatên wî yên Kurdî ji zanîngehê hate avêtin û demeke dirêj di hepsê de ma.

 

15 pirtûkên wî yên Farisî hene; çi werger, çi lêkolîn. 10 pirtûkên wî yên bi Kurdî hene lê dewleta Îranê destûra weşanê nade.