Koça dawî ya Ednan Dilbirîn li Qamşilo hat bibîranîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê salvegera koça dawî ya hunermendê Kurd Ednan Dilbirîn hat bibîranîn.

Li bajarê Qamişlo, 23yemîn salvegera koça dawî ya hunermendê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Ednan Dilbirîn hat bîranîn.

Merasîma bîranînê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li ser vexwendina Komeleya Efrînê ya Civakî hat birêvebirin.

Di merasîmê de çalakiyên hunerî ji mûzîk û dilanê hatin pêşkêşkirin û li ser jiyana hunermendê Kurd Ednan Dilbirîn û rola wî di huner û folklora Kurdî de û bi taybet li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hat axaftin.

Ednan Dilbirîn sala 1956ê li gundê Sêrsiwanê yê herêma Efrînê jidayik bûbû. Sala 1980 ji gund bar kiribû û li Helebê niştecî bûbû.

8 albûmên Ednan Dilbirîn hatine tomarkirin. Sala 1999ê li ser daxwaza revenda Kurd serdana Almanyayê kiribû û çend konsert pêşkêş kiribûn.

Yek ji hunermendên herî dengxweş ên Rojavayê Kurdistanê bû.

Sala 1999ê di qezayeke trafîkê de jiyana xwe jidest dabû.