Li Stenbolê Rojên Sînemayê yên Yunanistanê tên lidarxistin
Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê “Rojên Sînemayê ya Yunanistanê” 3yê Kanûna Pêşîn dest pê kir û dê heta 8ê mehê berdewam bike.
Bername ev 3 sal in, ji aliyê Kolektîva Çandê ya Yunanistanê, Kolektîva Çandê ya EMEISê ya Yunanistanê û ji kompanyaya fîlmçêkirinê ya Rûman Îstosê ve li Stenbolê tê lidarxistin.
Bernameya Rojên Sînemayê ya Yunanistanê ji 17 fîlmên bijarte û klasîk ên sînemaya Yunanistanê pêk tê.
Fîlma bi navê “Rêwitiya Kiterayê” ya derhênerê navdar Angelopoulos jî dê were nîşandan.
“Fîlmên salên 80 û 90î tên nîşandan”
Koordînatora Bernameyê Elîf Ayginê got:
“Rojên fîlman her sal fîlmên heyameke taybet nîşan dide. Îsal, em fîlmên salên 80 û 90î nîşan didin.
Wekî fîlmên Angelopoulos ku ji festîvalên cuda xelat wergirtine, di bernameya me de cih digirin.
Her wiha, du Masterclassên me jî hene.”
“Hilbijartina fîlman gelekî baş e”
Temaşevan Neyfel Tak jî got:
“Bername gelekî baş e, ez her sal fîlmên Yunanî dişopînim. Bi taybetî ji ber ku ez hayranê Angelopoulos im.
Îsal jî fîlmeke wî heye. Bi rastî hilbijartina fîlman gelekî baş e.”
Bername ji 17 fîlmên bijare û klasîk a sînemaya Yunanistanê ku gelek xelat wergirtine pêk tê.
Fîlm li muzeya Perayê bi awayekî belaş tên nîşandan.
Derhênerên ku ji Yunanistanê hatine jî di çalakiya hunerî de amade ne.
Derhênera Yunanî Josefina Markarianê jî got:
“Em dixwazin temaşevanên li Tirkiyeyê sînemaya Yunan nas bikin. Em dixwazin gelê vir dîrok, çand û civaka Yunanî baş fêhm bike.
Ev armanca me ya destpêkê bû. Em kêfxweş in ku gel bi vî rengî eleqe nîşanî bernameya me dide.”
Îsal di çarçoveya Rojên Sînemayê ya Yunanistanê de fîlmên nimûne ên salên 1980 û 1900î hatine hilbijartin.
Her wiha dost û senarîstê Angelopoulos Petros Markaris dê dersa Master Classê bide. Bername dê heta 8ê Kanûna Pêşîn berdewam bike.