Helbestvanê dildarê yekîtiyê: Mele Nûriyê Hesarî
Hewlêr (Rûdaw) – Mele Nûriyê Hesarî yek ji helbestvanên klasîk yên navdar yên Rojavayê Kurdistanê ye û navê wî bi rêzgirtin cihê xwe li tenişta navên Seydayê Cegerxwîn, Tîrêj, Keleş û yên din digire.
Mele Nûrî zimanzan, helbestvan û nivîskarekî pir berhem bû, lê hemû berhemên wî hîn nehatine çapkirin. Mele Nûrî herdem li ser nebûna yekîtiyê di nav kurdan de dinaliya û dikir hawar.
Mele Nûrî di hemû berhemên xwe de, nemaze di dîwana “Zevîyek Gazîdan” de, her û her xema gel û welatê xwe dixwar û herî zêde li ber mijara parçebûn û nebûna yekîtiyê di nav gelê Kurd de disekinî û dinaliya û wiha digot:
“Hey Kurd hewar e qey ne bes ev sedê sala diçin. Hîn jî tû xweş nabî şiyar ev perçebûn bona çi ye? Kurd Kurdê kû dijmin nebî çaxê li wî tû ewle bî. Ê Kurd nekî yek bê ked e destê hevalan bernede. Têr û xizan îro yek in, kes guh nedin meznatiye.”
Mele Nûrî zilm û stemkariya dijmin û neyarên gelê Kurd jî herdem bibîr dianî, lê ew bêhtir li ser dabeşbûna kurdan bixwe radiwestiya û ew wek sedemeke sereke ya rewşa kurdan û bindestiya wan didît û digot:
“Kurdê xizan û dolemend tevde di bin zorê de ne. Kû hûr û gir tev nebine yek em bê hebûn û berze ne. Hê Kurd niha wek sêwî ye bê nav û ax û dewlet e. Ev perçebûn bona çi ye, yektî ji bo Kurd babet e.”
Mele Nûriyê Hesarî ku serxwebûn û rizgariya milet û welatê xwe dixwest, hertim gazin ji derdê neyekbûn û hevnegirtina kurdan dikir û digot:
“Derdê me îro yektî ye bo Kurd nebêjin ev kî ye. Navê me bê cîhan bes e ev çi kul û berberî ye. Kî qenciyê bo Kurd bikî ew rohniya çavê me ye. Rûs û Emêrkanî yek in ka kî bir û bavê me ye!”
Mele Nûriyê Hesarî di sala 1934an de li gundê Hesarê yê girêdayî Kerecosê ji dayik bû û wek Seydayê Pirêşan jî dihat naskirin. Ji destpêka sala 1967an ve li bajarê Qamişlo jiya heta sala 2011an li taxa Qenat Siwêsê li Qamişlo koça dawî kir û li goristana Qidûrbegê hat veşartin.