Romana nû a Fawaz Husên ‘Heftiyeke dirêj li Amedê’ derket
Hewlêr (Rûdaw) - Romana nivîskarê ji Rojavayê Kurdistanê Fawaz Husêj a bi navê “Heftiyeke dirêj li Amedê” di nav weşanên Avesta de derket.
Bûyerên romanê di legana xeyalan de hatine vestirandin û pêwendiya wan bi rastiyê ve tune. Tenê Amed rastiya rasteqîn û lehengê serekîn e, Ameda bi beden û bircên kevnare, bi pirsa kurd û Kurdistanê û man û nemanê, bi germa havînan û helîkopterên hergav di asimanan de, bi Pira Dehderî û çemê Dicleyê ku li jêra bexçeyên Hewselê çiveke xwedayî dide xwe.
Amûdê jî bi rastî heye û lehengê duyem e. Ew li Rojavayê Kurdistanê bi du tiştan navdar e: xwînşêrîniya şêniyên xwe û birînên dijwar ku neyaran, çi ji kurdan, çi ji biyaniyan, di canê wê de vedane. Eger hin kes xwe di van rûpelan de bibînin, ev yek ê berî her tiştî tesadufî, lêhatinî be û paşê nîşana serkeftina romanê û gerdûniya mijara wê be. Ma kê ji me rojekê ji rojan xwe di kesên weke Odîseos, Don Kîşot, Mem û Zîn, Rustemê Zal, Mîrza Mihemed, Mîrzayê Piçûk an Biyaniyê Albert Camus de nedîtiye? Heftiyeke dirêj li Amedê romana Amed, Amûd û ûmîdê ye.
Di beşa danasîna pirtûka Xwendankê de wiha hatiye gotin:
Ferzendê pêncî salî nîvê temenê xwe li Parîsê dibihurîne û vedigere bajarê xwe Amûdê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriya di nava agirên Bihara Ereban de. Ew bi balefirê diçe Tirkiyê da ku ji wê derê ber bi başûr û sînorê bi zeviyên mayînan û têlên direyî ve dakeve. Ew ji herkesî re dubare dike ku ew amûdî ye û armanca wî ew e ku şeveke sax li ber sînor bimîne, li lempe û ronahiyên bajarê xwe temaşe bike û di kû re zirav dibe bil adi wir re biqete. Piştî Stembolê, ew diçe Amedê, paytexta Kurdistana Bakur. Ew heftiyekê li bajarê dîrokî dimîne, rastî beşekî mezin ji dîroka kurdên bakur di nav sî salên dawîn de tê û bi taybetî tê digihîje ku çend kes li nava kelehê ji nasnameya wî ya kurdekî binxetî bawer nakin û wî weke mirovekî din dibînin. Piştî ku derdekî mezin ji ser dilê xwe dide alî, ew diçe Mêrdînê, li ber sînor radiweste, lempeyên Amûdê dibîne û dide ser axa nerm a hemû niyaz û metirsiyan. Wê gavê, ew digihîje pengava dawîn a rêwîtiya xwe û pêrgî demên çi şêrîn çi xemgînbar ên zaroktiya xwe ya li Kurdistanê tê.