Îsa Hesen ji bo konsertekê diçe Kurdistanê


Hewlêr (Rûdaw) - Bi mebesta sazkirina yekemîn konsertê, hunermend û mûzîkjenê kurd Îsa Hesen ji Frensayê ligel grûpekê berê xwe dide Hewlêrê.

Derbarê vê konsertê û çûna wî ji bo Kurdistanê, Îsa ji Rûdawê re got: "Piştî 29 salan li welatên biyanî, ev yekem car e ku tême Başûrê Kurdistanê. Bi rastî bo min wek xewnekê bû. Niha hest bi kêfeke mezin dikim ku konsertê li Kurdistanê didim. Tevî ku li Ewropayê dijîm, lê canê kurdewariyê di mûzîka min de winda nebû."

Îsa Hesen, ku sala 1970yî li Beyrûtê ji dayik bû, ji xelkên derdora Dêrsimê ye. Ji sala 1984ê ve li Frensayê cihnişîn bûye.