Hewlêr (Rûdaw) - Şêwekarê Kurd Hakan Yaşar, yek ji pêşangehên xwe yên herî mezin li Norwêcê vekir û tabloyên wî dengekî mezin vedan. Hakan Yaşar di tabloyên de de `koçberî û êşa Kurdan` jî nîşan dide.
Hakan Yaşar ji Kurdên Konyayê ye û li Norwêcê dijî. Demeke dirêj aşpêjî kiriye, lê xewn û xeyala wî her şêwekarî bûye.
Li gorî ku ew dibêje, dawiya dawî 2 restorantên xwe firotine, li navenda bajêr ji xwe re atolyeyek kirî ye û gotiye, li şûna ku ez patron bim, bela ez koleyê hunerê bim û dest bi şêwekariyê kiriye.
Hakan Yaşar boyax û çarçoveyên tabloyên xwe jî bixwe çêdike. Di nava xeyalên wî de, vekirina kargeheke boyaxa hunerî jî heye.
Ew di tabloyên xwe de koçberî û êşa Kurdan jî nîşan dide û dibêje, huner azadiyê dixwaze, ji bo vê nasnameya min û kurdîtiya min girîng in, eger nebin xwe, ango kurd, ezê di hunera xwe de jî biser nekevim.
Karên Hakan zêdetir fîguratîf in, ji bo vê jî dibêje, şopên jiyanê ên li ser serûçavê mirovan bala wî dikşînin, ji bo vê jî zêdetir karê fîguratîv dike. Di her karekî wî de serûçavekî cuda hebe jî di rastiyê de ew bixwe ye û peyam jî jiyana wî ye.
Hakan Yaşar dê beşek ji dahata vê pêşangehê weke alîkarî bigihîne 6 malbatên kurd.
Herwiha pêşangeh heta 24ê vê mehê li bajarê Drammen li hêviya mêvanan be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse