Îranê nehîşt merasima qedirzanîna helbestvanê kurd Celal Melekşa were lidarxistin

05-09-2015
RÛDAW
A+ A-

 

(Rûdaw) – Hêzên ewlehiyê yên Îranê bi hêceta ku “bombe hatiye danîn” nehîştin merasima qedirzanîna helbestvan û nivîskarê kurd Celal Melekşa were lidarxistin.

 

Biryar bû duh li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, merasima qedirzanîna helbestvanê kurd Celal Melekşa were lidarxistin lê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat astengkirin.

 

Yek ji organîzatorên wê merasimê helbestvan Rehîm Luqmanî, li ser çawaniya bûyerê ji malpera kurdpa re got, mixabin me xwe amade kiribû em merasimê dest pê bikin lê hêzên polîs bi hêceta ku bombe hatiye danîn, salon dan valakirin û nehîştin merasim were lidarxistin.

 

Luqmanî anî ziman ku ti bombe û keresteyên teqînê li nav salonê û derdora wê nehat dîtin û got, destûra fermî ya merasimê jî hatibû dayîn lê bi hêceta ku xetera teqîn û êrişê heye, merasim hat betalkirin.

 

Wî rewşenbîrê kurd li ser îdiayên girtina helbestvan Celal Melekşa û komek nivîskarên din ji aliyê hêzên ewlehiyê ve jî got, ew nûçe û îdia derew û ne rast in.

 

Li gorî agahiyan, beatlbûna merasimê bûye sedema hêrs û nerazîbûna welatî û edebiyathezan ji ber wê jî dixwazin her çi zûtir ew merasim were lidarxistin.

 

Celal Melekşa sala 1951ê li gundê Melekşa yê Sine ji dayîk bûye. Celal Melekşa 14 salan berpirsê beşa edebî ya kovara “Sirwe” bûye.

 

Yek ji berhemên navdar ên Celal Melekşa, “Naleya Zincîrê” ye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst