Leyla Bedirxan: 100 saliya jiyana wê ya hunerî

Rohat Alakom - Pervin Chakar - Behice Feride Demir

Îsal (2024) 100 saliya jiyana hunerî ya Leyla Bedirxanê ye. Nivîsa li jêr him ji bo balê bikişîne ser jiyana wê ya huner û dansê, him jî wekî Leyla Bedirxan xatirata ew şexsiyetên Kurd ên din ku hatine jibîrkirin û çûne, ji bo di siberojê de bêne zanîn ev metin hatiye nivîsîn. Leyla Bedirxan a ku salên dûr û dirêj li welatên Ewropayê derbas kir û di dawiyê de biryar de ku li Parîsê bi cih bibe, wekî Şerîf Paşa ketiye nava dostên Kurdan ên Fransayê. Ji bo tesbîtkirina şopên Kurdan ên li Ewropayê, dîtin, parastin û jiyandina nirxên kulturî yên Kurdan, yên ku îmzeya wan li jêr, lêkoler û nivîskar Rohat Alakom, hunermenda operayê Pervin Chakar, nivîskar Behice Feride Demir ji bo alikariya armancên li jor, pêwîst dîtine ku vê nivîsa han amade bikin û her yekî ji wan bi nivîsa xwe li vê "Metna Leylayê" ya hevbeş zêde kirine.

Hunermend Leyla Bedirxan cara pêşîn 100 sal berê li Viyenaya paytexta Awistûryayê li ser sehneyê derkete pêşberî gel. Ji ber vê yekê sala 1924an di jiyana wê ya huner û dansê de ciyekî girîng digire. Di mehên havîna heman salê de Leylaya ku deng û hunera xwe dide bîhistin, di 11ê meha Mijdarê ya heman salê li Viyenayê derdikeve sehneyê. Di serî de Dansa Şer a Kurdan gelek dansên Miletên Şerqê  pêşkêş dike. Meriv di rojnameyên Awistûryayê yên havîn û payîza sala 1924an de rastî nûçeyên der barê Leylayê tê. Her wisa di nîveka pêşîn a qurneya 20. de di serî de li gelek welatên Ewropayê û li Amerîkayê ji bo dansê derdikeve sehnê. Di van salan de li hemû Ewropayê tevî peyvên Kurd û Kurdistan, 'Bayê Leyla Bedirxanê' weziyaye. Wexta sala par (2023) mala Leyla Bedirxan, cî û mekanê gora wê li Parîsê hate dîtin, li nava civata Kurdan  ên li Ewropayê şabûnekê hilda, piştî ku hunermanda operayê Pervin Chakar konsera xwe ya li Parîsê îthafî Leyla Bedirxan kir, ew şabûn gihîşt pêleke geştir (17ê Adarê, 2024). Hêvî dikim di demeke nêzîk de bi damezirandina "Pireya Leyla Bedirxan ya Parîs-Viyenayê" ya kulturel belkî jî em ê vê hunermenda xwe zêdetir binasin. Bi saya ev cûre pêwendiyên kulturel Kurdên li Ewropayê jî dê zêdetir nêzîkî hev bibin. Hatina komeke dans û folklorê ji Kurdistanê ku li Viyenayê tev li fealiyeteke bîranînê bibe, herhal dê sala 2024an bi watetir û rewşentir bike û her wisa dê Leylayê zêdetir vejîne!

 ***

Leyla Bedirxan, wekî keseke ji malbata Bedirxaniyan were zanîn jî ku di wê dewrê de ew malbat bi kesên herî berhemdar, herî îsyankar û herî entellektuel berbiçav bû lê belê Leyla ji wê zêdetir wekî 'Kurdish Princess' yan jî 'Kurdish Ballet Artist' di cîhana dansê û di çapemeniya cîhanê de hatiye behskirin, ew wekî hunermendeke Kurdistanî ku jiyana xwe spartiye bale û dansê hatiye nasîn. Wexta wê dest pê kir di sala 1924an derkete ser sehneyê prensesa baleyê Nûreyev û şahbanûya operayê 'La Divina' Maria Callas hê nehatibûne dinyayê. Heger em ew zemanên reqabetên ecêb yên di cîhana bale û operayê de bînine bîra xwe, eva mînakeke serkeftî ye ku keçeke Kurd-Cihû dansên rojhilatê yên mîstîk û egzotîk aniye ser sehneyên cîhanê. Gelek leqeb didane ew hunermendên ku demxeya xwe li wê dewrê dane, wekî ji bo Leyla Gencerê 'La Diva Turca' (Dîvaya Tirk) hatiye gotin, ji bo wê jî Leyla yan jî Prensesa Kurd hatiye gotin. Wekî ji Joan Sutherland ra  'La Stupenda' (Muhteşem) hatiye gotin.

Di tarîxa 17ê Adara 2024an de Pervin Chakar ji bo bîranîna Leyla Bedirxan, li salona Paris Salle Cortot konser da, bi raya me aliyê wan ê herî dişibe hev, her du jî Kurd in, bi hestên Kurdî hunera xwe çêdikin û Leyla di hunera baleyê da, Pervin jî di hunera operayê de, her du jî cara pêşîn ciyekê mîna Teatro Alla Scala derketine sehneyê ku ew der mala tiyatroyê ya bi pirestîj e me'beda opera û baleyê tê hesibandin.

Di berhema teatral-bale ya bestekarê Îtalyayî Ottorino Respighi de ya bi navê Belqîs, Regina di Saba (Melîkeya Sebayê), wê rola Belqîs îcra kir bi baletê Rûs-Amerîkan, David Linchine yê ku berbiçavê wê demê bû tev derketine ser sehneyê. Di cîhana opera û baleyê de di parvekirina rolan (cast) de edetekî berdewam heye. Ji bo hunermendên Rojhilata Dûr yan jî Bakurê Ewropayê, yan ji ber kultura wan yan jî ji ber neteweya wan ku rolên di hinek berhemên diyar li wan baştir tên, ew rol didin wan. Melîkeya Sebayê jî yek ji wan e. Lêhatina vê rolê ji bo Leylayê ji aliyekî ve şansekî mezin û derfetek e. Çimkî Leyla Bedirxan bi koreografiyên Dansa Durzî,  Dansa Dîlan-Kurdî, Şervanê Kurd, Demxeya Pers hatiye naskirin. Bi ew derfetên ku afirandine ew veguherandiye serkeftinên mezin. Wekî piranî mîna ew hunermendên operayê yên Alman û Îskandînav ku ji ber gewde û hêza dengê wan, dayîna berhemên Wagner bi wan yan jî berhema Puccini ya bi navê Madama Butterfly, rola Geyşa ya Japon di Cio-Cio San da hemû hunermendên Rojhilata Dûr bileyîzin. Di her hal û karî de namdariya Leylayê ya di reqsên mîstîk de digihîje Mîlanoyê û ew ber bi serkeftinê biriye.

Wexta em wê serdemê difikirin wekî tarîxî gelek tişt diqewimin. Li gel Şerê Cîhanê yê I. û yê II. ew bûye şahidê polîtîkayên komkujiya rejîma Naziyan û hunermendeke ku eva bi xwe jiyabe li Ewropayê li ser piyan mayîn him ciyê heyîrînê ye him jî îlhambexş e. Li Parîsê hebûna cimaeta Cihûyan, di huner û kulturê de hev du destekkirin û parastin tiştekî lazim bû ji bo Leylayê. Lewra di hunera wê de hebûna parçeyekî malbatî, serbilindiya bi vê û nejibîrkirina xwe, li bal me Kurdan tiştên muhîm bin jî, ji terefê qismekê civakê va bi taybet di civakeke ku kanona mêranî û mihafizekarî lê serdest e, ew ketiye ber rexneyan. Kincên wê yên dansê ku ne li Îslamê dikir, wergirtina Cihûtiyê ji dêya xwe, fîgurên dansê yên li ser Kurd û Kurdistanê nîşan dida gellek zehmetî jî bi xwe re dianîn. Gellek caran wekî 'Dansoza Kurd' yan jî bi nihêrîneke ku Şerq bi Misr û Ereban ve sînor dikir, hunera wê bi piçûkdîtinê dianîne ser manşetan. Leyla Bedirxan li gel ku yek ji girîngtirîn hunermenda Kurd a sedsala 20an e, jiyandina hunermendeke weke wê ya baleyê ku li sehneyên Ewropayê û dinyayê deng vedaye ji bo kultura me wê bibe hêza moralê.

 ***

Mayîn û geşkirina kultura Kurdan  tenê bi temamkirina tarîxê ve û tu tişt li benda bextê me yê berê neyê hîştin mimkûn e. Nîveka pêşîn ya sedsala bîstan tarîxa Kurdistanê di şexsê du jinan de ji bo me girîng e. Pêşengiya polîtîk ya Encum Yamûlkî û serkeftinên Leyla Bedirxan ên di dinyaya hunerê de, ji bo dinyaya Kurd a ku ji trêna netewebûnê man piçekî jî be ciyê dilmîniyê ne. Dema ku Yamûlkî jinên Kurd dawetî sehneya polîtîk dikir, Leyla Bedirxan wekî sirgûneke Bedirxanî amadekariya vekirina çaxa xwe dikir. Ev du jinên ku rêya wan li Parîsê rastî hev tên, jiyana wan a pîşeyî li vî bajarî digihîşt radeyên bilind, gelo wana hev du nas dikirin, ew nayê zanîn jî lê belê rola her yek ji wan di dîroka me ya neteweyî de daneyên girîng in ji bo nivîsîna dîroka me.

Leyla Bedirxan bi terzekî xasî xwe di nava hevçaxên xwe yên der û hundir de timê îmajeke cihê dide, lê Yamûlkî bi jinên giregir ên dema xwe ku bi tevayî Cemiyeta Tealî Ya Jinên Kurd damezirandibûn (1919), bi wê ve bûye yek.

Heger cîhana kulturî ya Kurdan xwediyê zemînekî dewletî bibûya îro Leyla Bedirxan dê di jiyana me ya sosyal û kulturel da, di sazî û dezgehên me de heta yê ji bo siyasetmedarên me di sehneyên cîhanê de bibûya markeya fexr û şanaziyê û yê wekî sîmboleke neteweyî derketa pêş.

Îro Leyla Bedirxan him parçeyekî tarîxa me ya sedsala bîstan ya parparî him jî di sedsala bîst û yekê de wekî kana îlhama gelek pêşveçûnên hunerî ji Parîsê li me dinihêre.

Ji ber vê yekê ew malên ku wê lê îqamet kiriye, eşyayên wê, serweta şexsî, bîranînên wê yên ku em nizanin, hevaltiyên wê, afirînerî û reseniya wê di her vedîtinê de dibe dengvedanekî. Niha mala wê ya dawî ya li Billancourt Rue de Pavillonê ji adresekê pêk tê. Kêlikê wê yê li Goristana Saint Cloud tekane delîlê şênber e ku di vê sala dawî de li bîyografiya wê ya şexsî hate zêdekirin. Bi kurtî di sedsaliya jiyana wê ya hunerî de em hê rastî nepeniyan tên.

Lê belê Leyla Bedirxan navekî wisa bi îhtiras û bi şertê xwe ye tevî ku jineke Kurd a arîstokrat, hunermend, sirgûn û tenê bû jî, dema ew hê li jiyanê bû serket ku bibe hunermendeke nemir. Leyla, bi qasî windakirinên xwe heta ji wan qat bi qat zêdetir nemirîtiyek  bi dest xist wisa mir.

Wexta sedsaliya jiyana wê ya hunerî bê deng û his di nava kesan de bi peyamdanan tê pîroz kirin, bi resmên wê, vîdeoyên wê yên çend deqîqeyî, kitêb û gotarên ku der barê wê de hatine nivîsandin hewl tê dayîn nejibîrkirina wê bînine bîra xwe lê belê tarîxa şexsî ya Leyla Bedirxanê tarîxa nenivîsandî ya miletê me bi xwe ye.

Li Parîsa ku di sala 1986an lê mir,  piştî 38 salan ew li wir tê bîr anîn, di salona nostaljîk ya Salle de Cortot de bi kilamên Kurdî hunermendeke din a Kurd Pervin Chakar ku wê tîne bal me, me jî dibe bal wê û hewldana hevalên wê tu caran tesadufek nebe herhal. Ew gotinên bi qîmet ên ku me li jorê anîn ziman em dîsa pêwîst dibînin ku bibêjin: Tarîx divê temam be û tu tişt li benda bextê me yê berê neyê hîştin.

________________________________________

* Wergera ji tirkî: Rizgar Elegez

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)