Bilal Hesen xelata “Cegerxwîn“ wergirt

 

Bochum (Rûdaw) - Bilal Hesen (Bavê Hozan) xelata “Cegerxwîn“ ya ku ji bo bîranîna helbestvanê mezin yê kurd Cegerxwîn tê dayîn, di 19.10.2013ê de li bajarê Bochuma Almanyaye wergirt.

Rêxistina Almanyayê ya Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Suriyê ji ber karên Bilal Hesen yên rewşenbirî li ser wêjeya kurdî û berhemên wi, ew layiqê vê xelatê dît.

Xelat bi axaftineke berpirsê rêxistina Almanyayê ya Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê li ser jiyana Bilal Hesen û xebatên wî di warê wêje, ziman û pirtûkên kurdî de pêşkeşî Bilal Hesen hat kirin. Bilal Hesen berê jî ji ber heman kar û xebatên xwe ji hêla rêxistina Almanyayê ya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê hatibû xelatkirin.

Bilal Hesen li gundê Xelaka yê ser bi bajarê Efrînê hatiye dinyayê. Ew sala 1947ê dest bi siyasetê dike û dikeve nav Partiya Komûnîst a Sûriyê. Piştî damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê di sala 1957ê de, ew dikeve nav refa Partiya Demokrat û karên xwe yên siyasî li wir de didomîne. Ew di sala 1960î de cara yekem agirê Newrozê li Rojavayê Kurdistanê bi destê xwe vêdixe û bi “Lehengê Newrozê” tê bi nav kirin.

Ji sala di 2004ê ve ew li Almanyayê dijî û karên rewşenbirî li ser wêje û pirtûkên kurdî dike.