Nivîskarekî Çiyayê Kurmênc li xerîbiyê

 

Heyder Omer yek ji wan nivîskarên kurd e ku bi zîmanê erebî dinivsîne, lê zimanê xwe yê zikmakî jî li kêlekê nehiştiye û gelek nivîs û wergerên wî yên bi zimanê kurdî jî hene û xwedî xebateke zengîn ya bi herdu zimanan e.

 

Heyder sala 1952yê li gundê Qizilbaşa herêma Çiyayê Kurmênc ji dayikê bûye û sala 1978ê dîploma zanista perwerdeyê ji zanîngeha Şamê wergirtiye. Ew di pergala perwerdeyê de wek mamosteyê wêje û zimanê erebî li dibistanên parezgeha Helebê kar kiriye.

Heyder Omer hinekî behsa ciwaniya xwe û çalakiyên xwe di wan deman de dike. Heyder diyar dike ku di dema xortaniya xwe de sala 1969ê ew dikeve nav qada xebata siyasî û civakî û ligel hinek xortên ji Çiyayê Kurmênc klûpa Efrînê dadimezrîne. Çend salan piştî vê yekê, ango 1974ê, ew ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve tê girtin

Piştî derketina wî ji girtîgehê, wî êdî berê xwe da wêjeya kurdî. Lawaziya tevgera rexneyê di wêjeya kurdî de bala wî kişandiye û ji ber wê jî ev qad bêtir bû cihê mijûliya wî, lewma jî pirraniya berhemên wî rexneyî ne û weke ew dibêje sedema lawaziyê jî ji ber wê yekê ye ku nivîskarên kurd bi erebî yan tirkî difikiriyan, wisa jî dinivîsandin.

 

Heyder Omer dibêje: “Fikrîna wan ya bi erebî yan tirkî û desthilata dewletên erebî û tirkî li ser Kurdan jî hişt ku ziman û edebiyata wan bikeve mejiyê xwendekar û xwendevanên kurd, mînak ya navdarên kurd yên weke Cegerxwîn, Osman Sebrî û Yaşar Kemal jî.” Heyder Omer herwiha dibêje: “Tevî ku barê rexneyan giran e, ji ber ku rexnegir bêheval e û wêrekî jê re divê, lê divê mirov nêrîna xwe bîne ziman.”

 

Heyder Omer sala 1999ê neçarî koçberiya ji welatê xwe dibe û berê xwe dide Almanyayê û li vî welatî bi cih dibe. Piştî zehmetiyên destpêkê, ew niha karê xwe yê perwerdeyê li dibistanên almanî didomîne. Di ber karê xwe re, ew heta niha jî bi wêjeya kurdî re mijûl e. Ew di desteyên herdu kovarên PIRS û PÊNÛS de kar dike, wî heta niha gellek gotar û lêkolînên rexneya wêjeyê di herdu kovaran de weşandine, herwiha nivîsên wî di hin rojname û kovarên kurdî de belav dibin.

 

Heyder Omer li xerîbiyê jî dest ji karê xwe yê kurdewarî bernedaye û yek ji endamên Komeleya Mamosteyên Kurd e li eyaleta Niedersachsen li Almanyayê. Ji bilî endametiya di Komeleya Perwede û Zanistê de li Almanyayê, ew endamê komîteya xelata Osman Sebrî ye ku ev xelat ji bo dostên gelê kurd yê ku ji bo Kurdan xebatên giring kirine tê pêşkêşkirin. Heya niha her sê dostên Kurdan Îsmaîl Beşikcî, Daniel Mitterand û Dr. Munzir El-Fedil ev xelat wergirtine.

Heta niha gelek pirtûkên Heyder Omer jî hatine çapkirin, wek Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Piçek Ronahî, Cegerxwînê çîroknivîs, Osman Sebrî, Helbestvan û Nivîsevan, Rexne, Raman û Huner û çendin pirtûkên din yên bi zimanên erebî û kurdî. Heyder Omer herwiha di sala 2012ê de ji ber xebata xwe ya wêjeyî xelata Cegerxwîn wergirtiye.