Li Amedê bo yekem car dê Festîvala Kurte Fîlman bê lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Çand Huner û Sînemayê ya Amedê di Hezîrana sala bihorî de plan kiribû ku “Ykemîn Festîvala Kurte Fîlman a Amedê” pêk bîne, lê ji ber pandemiya Coronayê hatibû paşxistin. Biryar e festîval îsal di navbera rojên 20-23 Gulanê de pêk bê.

Derhênerê Amedî Serhat Gonen serpereştiya festîvalê dike û di demeke kurt de ji bo beşên belgefîlm û xeyalî de gelek serlêdan hatine kirin.

Derhêner Serhat Gonen ragihand ku ji bo festîvalê 2 hezar û 25 serlêdan çêbûne û got, ku ew bi sazkirina “organîzasyoneke wiha xweş bo Amedê kêfxweş û bi kelecan e.”

Gonen aşkere jî kir ku di festîvalê de 10 jê fîlmên navdewletî, bi giştî 30 fîlm bên nîmayişkirin û di 14 kategoriyan de xelat dê bên pêşkêşkirin.

Li ser armanca encamdana wê festîvalê jî Gonen dibêje, ew dixwazin danasîna Amedê bê kirin û “festîval domdar be û bibe kevneşopiyek.”

Ev festîval bo cara yekem li Amedê tê sazkirin ku bajarekî xwedî dîrokeke dûr û dirêj e û di çarçova vê festîvalê de Amed dê mazûvaniya gelek kesayetên navdar ên sektora sînemayê bike.

Di nav kesên şêwirmendiya festîvalê bikin de koordnatorê giştî yê Foruma Fîlma Antalyayê Suzan Guverte, derhêner û çêker M. Tayfur Aydin jî cih digrin. Koordînatortiya festîvala Amedê Betul Gunay digre ser milên xwe.

Komeleya Çand Huner û Sînemayê ya Amedê ji bo organîzasyonê di Sibata sala par de dest bi xebatan kiribû û serlêdan jî di meha Adarê de hatin destpêkirin. Hatibû plankirin ku festîval di meha Hezîranê de pêk bê, lê ji ber pandemiyê festîval hat paşxistin. Lêbelê gelek kesan bi rêya online serlêdanên kirine.

Rêveberê festîvalê, Serhan Gonen got “tevî ku yekemîn sala festîvalê ye jî 2 hezar û 25 serlêdan hatine kirin. Di kategoriyên navdewletî de Hezar û 266 danîşanên, 587 fîlmên xeyalî û 172 belgefîlm hene.

Festîvala Kurte Fîlman a Amedê dê di navbera 20-23 Gulana 2021an de li Navenda Kongre û Çandê ya Sezaî Karakoç pêk bê û 10 ji wan navdewletî bi giştî 30 fîlm bên nimayişkirin.

Rêveberê Festîvalê Serhat Gonen amaje bi vê yekê kir ku ew dixwazin festîvalekê çêkin ku bibe kevneşopî û ji bo wê yekê jî wan amadekariyeke dirêj kirine. Ji bo pêşeroja festîvalê jî projeyeke wan heye ku festîvalê mezintir û giringtir bikin.

Gonen tekez kir, ku wan giringî dane hejmara xelatan ji ber ku di bi xebata hemû tîmê fîlm tê çêkirin. ji ber vê yekê xelatkirina lîstikvan û derhêneran giring dibînin bi vê yekê jî dixwazin herkesî motîve bikin.

Herwiha Gonen da zanîn ku dê xelatên wek fîlma herî baş, derhênerê herî baş, dîmenê herî baş, senaryoya herî baş, derhênerê hunerî yê herî baş bên dayîn, bi giştî 14 xelat dê bên pêşkêşkirin.

Gonen destnîşan kir ku ew dixwazin bi derhênerên ku mane fînalê, girgirên sektorê, lîstikvan û derhêneran re torekî ava bikin ji bo ku wan bînin ba hev û serpêhatiyên xwe parve bikin.